Ez dawa heqê xwe dikim!

Ez dawa şehîdên xwenî Çanakkaleyê dikim. Kalikên min, ji bo ku hûn dewleteke ku bi Xwedê re şer bike, saz bikin we destek nekiribûn; ji bo dewleta umetê, ji bo bextiyariya millet, rahiştin çekên xwe û hatin alîkariya we. Weke niha agir bi kezeba diyên wê serdemê  neket. Lewra mirov bi derba dijmin naêşe. Ez tevlî keda Melazgirê dawa hebûna xweyî dîrokî dikim, bila ez jî di pirtûkên dîrokî de derbas bibim. Bila herkes zanîbe ku bi alîkariya me hûn ketine xaka Anadolê.

Ez dawa şehîdên xwenî Qut’ul-Amare dikim.  Li hemberî hêza herî hêzdar a wê serdemê, kalikên me ne ji bo ku hûn jiyaneke kapîtalîst saz bikin, xwîna xwe rijandine. Ji bo  desthilatdariya qenciya hevpar, ji bo ku dîsa Qarun peyde nebin çûn ser dilovaniya xwe. Weke niha agir bi cegera diyên wê serdemê  neket. Lewra mirov bi derba kafiran naêşe. Ez dawa navê xweyî windakirî dikim, bila herkes zanîbe ku we bi xêra min ev dewlet saz kirîye. Bila mala te xerab bibe; lê bila rûyê te spî be.

Ez dawa şehîdên xwenî Yemenê dikim. Pîrikên min ji bo ku hûn dewleteke netewî saz bikin, xortên xwenî delal neşandin Yemenê. Ji bo miletê Îbrahîm, ji bo miletê Îslamê mirov şehît dikeve. Sedema zimanên cûda newekhevî ye; hevnasî ye. Dema ku hûn ji aliyê netewetiyê ve me li ser xwe tomar dikin, agir bi nava me dikeve. Her salvegera Yemenê, em destvala û peya ji wir vedigerin. Bila herkes zanîbe ku em nêviyê bê mîrat in û hemû şahiya serkeftina şehîdan, hemû xenîmetên piştî xazayê ji we re mane. Ez dawa heqê xwe dikim. Bi dara zorê xweşqurbankî nabe.

Min bedel daye, ez dawa şehîdên xwenî Qamuşanê dikim û navên bajarên ku we guhertine. Ew şehîd di bin berfê de bi cilên tenik, ew mêrxas di sermayê de qefilî, ez hê jî li wir im, di bin wê qeşayê de, êşa vejîneke zimanî dikşînim. Ez dawa peyvên xwenî bê ferheng dikim. Ez dawa heqê xwe dikim, dawa min heq e. Bi dijûnan xwedîheq,  ji heqê xwe derbas nabe!

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

MIROV Û DAD

Peyva dad di jiyana mirovan de mafê hempare. Jiyana gerdûnî pirî bi hêst û şaney …

Leave a Reply