Eyda Êzî ya Êzdiyan Pîroz be

Em jî weke malpera candname.com eyda Êzî ya Êzdiyan pîroz dikin.

Doh roja înê 18ê Çileya Pêşî, Êzdiyan Eyda Êzî pîroz kirin. Li gorî salnameya berê ya Kurdan Eyda Êzî di îna pêşî ya meha çileya pêşî de tê pîrozkirin. Li gorî salnameya nû jî Eyda Êzî îna piştî 13ê meha çileya pêşî tê pîrozkirim. Ji bilî vê eydê 2 eydên din yên Êzdiyan hene bi navê Eyda Sêşemê û Eyda Xwedana. Hemî eyd di rojên înê de tên pîrozkirin. Lewra roja înê ji bo Êzdiyan roja pîroz e.

Êzdî 3 rojên beriya înê rojiyê digrin. Ji bo Êzdiyan rojeke din ya pîroz jî roja çarşemê ye. Roja çarşemê tê orta van sê rojan. Berî ku roj derkeve rojî dest pê dike û piştî ku çû ava jî fitar tê xwarin.

Li gorî baweriya Êzdiyan Êzî yek ji navên Xwedê ye. Bi hezaran navê Xweda hene lê Xweda yek e.  Her tiştek ji aliyê Xwedê ve tê afirandin. Hukm û qudreta Wî li her derê ye. Hemî başî û nebaşî li cem Wî ne. Başî û nebaşî her çi qas li dijî hev bin jî bi hev re ne. Kî li cem Xwedê be Xwedê jî li cem wan e. Êzdî bi rojiyan, dixwazin ku xwe nêzî Xwedê bikin da ku Xwedê jî nêzî wan be û bi wan re be.

Çavkanî: zamankurdi.com

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 30

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ قُلْ هُوَ اللّٰهُ اَحَدٌۚ 1. اَللّٰهُ الصَّمَدُۚ 2. لَمْ …

Leave a Reply