Esmerxan – Mîr Serhedî

Erê erê Esmerxan
Xum xuma avê bû
Gum guma sobê
Qîre qîra şevê bû
Dayîka te wiha digot!
Hebû tune bû
Di tinebûne da
Min tu mezin kir
Esmerxan
Ka Esmerxan
Ka !
Ka gulyê teyê
Por hene kirî
Ka cave teyê xweş qemerî
Ka esmerxan  ka
Ka bibêje
Te digot ez ezim
Qizîka bav leheng im
Xwuşka heft birame
Megrî Esmerxan megrî
Nêze roj ên ronahî
Qut bibe jan û  elem
Megrî delalê megrî
Çiya yê me heye
Çiiya !
Çiya dayîka meye
Çiya bavê meye
Çiya xweda yê meye
Megrî
Megrî
Esmerxan…
Mir serhedî

Mîr Serhedî

yaqubqizoxlu@gmail.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply