Em çawa xwe ji nefs û îblis biparêzin?

Xwe muhafezekirina ji Îblis heta ji nefsa xirabîxwaz jî bi pênc tiştan çêdibe:

1-Bi îstîazeyê çêdibe. Yanî mirov bibêje: “Eûzzû bîllahî mîne şeytanî recîm” yanî ez ji ber zirara Şeytanê qewitandî xwe davêjim ber penaha zatê Xweda. Ez ji ber şerê wî meded û hewara xwe digihînim ber ezemeta Xweda da ku min ji neqencîya Şeytanê recîm xilas bike.

Ew çax tu dibêjî: Ya Rebbî, her tişt di destê qudreta te de ye, min xwe teslîmî wê qudreta te ya bê nîhayet kiriye, naxwe tu min ji şerê vî şeytanê melûn xilas bike. Ew çax tu dikevî binê hifz û penaha Xweda. Êdî Şeytan diqeşite û meqhûr û perişan dibe.

2-Cihadê bi nefsa xwe re bike, rê nede rexbeta metlebên wê û daxwaza nefsê di rêya helal de pêkbîne, deriyên heramî, kibr, zilm, fihûşat û yên wekî wan li ber wê dade. Bila ew bikeve nav nîmetên helal û zelal.

3-Şerîeta Îslamê di heyata xwe de tetbîq bike, bi rêya şer’î ferz û wacibên xwe ji stûyê xwe eda bike, ji bo kamilkirina nefsa xwe bi qasî taqetên xwe yên beşerî di her xusus û mijarê de û di her danûstan û muamelatan de li ser şopandina sunneta Resûlê Xweda (s) dewam bike. Bi kurtî bibe tabî’ê pêxemberê xwe û ji sunneta wî cuda nebe.

4-Li ser xwendina Qur’anê, nimêj, zikr, îstixfar û selewatan her dewam bike. Bila daîma kelimeya tewhîdê li bîra te û li ser zimanê te be, di huner û sen’et û mexlûqên Xweda de daîmî tefekkurê bike. Lewra bi tefekkurê îman qewîn dibe.

5-Exlaqê xweş bi xwe re bike heval û hogir. Exlaqê xweş navlêkeke berfereh e, îte’eta dêbavan û sileya rehmê, hiqûqê cîranan, şefqetkirina li feqîr û jaran, merhemetkirina li sêwî û yetîman û li hevanîna mirovên ji hev xeyîdî tev dikevine berê.

Eger însan van pênc tiştan pêk bîne, Şeytanê recîm dê zelîl û melûl bibe û bi te nikaribe.

 

Mela Muhammedê Şoşikê

Ji tefsîra Nûra Qelban, Cîld – 2, Rûpel – 326

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply