Yekşem , 16 Gulan 2021

Eger kuxika we ji 3 hefteyan zêdetir dewam bike

Kes zêde guh nade kuxikê lê di binê wê kuxikê de gelek nexweşînên dinan hene. Doktor dibêjin ku kuxika xwe bi şûrûbên kuxikê, bi antîbiyotîkan an bi tedawiyên li malê derbas nekin. Bi taybetî eger ew kuxik ji 3 hefteyan zêdetir dewam bike.

Kuxik nîşana tuberkulozê an ku weremê ye ku di nava xelkê de jê re dibêjin jana zirav. Seretana pişikê, reflû, qelsbûna dil û KOAH jî di encamê de kuxikê di bedena mirovî de peyda dikin.

Dema kuxika mirovî nehat birin divê mirov serî bide doktoran da nexweşîneka dinê li mirov peyda nebe û nebe sedema ku mirov jê rizgar nebe.

Peyama Kurd

About ziman

Avatar

Check Also

Guhên Me Çawa Dibihîze?

Guh organa bihîstinê ye. Bi alîkariya wî em dikarin dengê dora xwe bibihîzin. Guh ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.