Duaya Xitmekirina Qur’an’ê
Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
Hemd jibo Rebbê me û Rebbê hemû ‘alemê.
Selat û silav li ser pêxemberê me (s.x.l), li ser malbata pêxemberê me û eshabê wî be.
Rebbê me! Ev xitmeya ku me xwendiye di dergahê xwe de qebûl bike. Bêgûman Tu her tiştan dibihîsî û Tu ji her tiştan xeberdar î.
Ey Rebbê me! Tobeya me qebûl bike, lewre yê gunehan efû bike her Tu yî. Hîdayetê bide me, me bigihîne rêya heq û rastiyê.
Ji bo xatirê Quran’ê, ji bo heqê pêxemberê me, gunehên me û yên hemû miriyên me efû bike. Ey Xwedayê me yê Kerîm û Rehîm! Me bi zîneta Quranê bixemilîne û me bi germahiya Quranê bipêçe. Me pê şefa’eta vê Qurana pîroz a ku me xwendiye bixe cinetê. Bi hurmeta Quranê me ji hemû belayên dinyayê û ‘ezaba axîretê biparêze. Ey Xwedayê me yê Dilovan û Mîhrîban! Quranê ji bo me di dinyayê de bike heval, di qebrê de ji bo me û miriyên me bike ronahî, roja hesabê li axîretê bike şefaetkar û li ser kopriya siratê bike nûr. Heta ku em û miriyên me bigîhin cinetê.
Ey Rebbê me yê Kerîm! Duayên me qebûl bike û me ji agirê cehennemê xilas bike. Bi fezileta Quranê dereceyên me bilind bike û xeta û xeletiyên xwendina me ya me efû bike.
Ey Xwedayê me! Qelbê me paqij bike, eybên me, xeletiyên me bixunumîne. Nexweşên me baş bike, şîfayê bide wan. Rehmeta xwe li ser bav û bapîrên me, da û dapîrên me bike û wan bibexşîne.
Ey Rebbê me! Sewab û nûra xitma ku me xwendiye bigihîne rihê pexêmberê me (sxl) û hemû pêxemberan dîsa rehmet û selameta Te li ser rihê bav û dayikên me, bira û xwişkên me li ser eqrebe û malbatên me, li ser yên ku di jiyanê de û yên ku wefat kiriyî be.
Ey Xweda’yê me! Em hewcedarê Te ne. Îhtiyac û hewcedariyên me bibîne û duayên me qebûl bike. Merhemeta xwe li ser hemû erwahên me, bixusûsî li ser rihê merhûmên me bike. Ji bo rizaya Xwedê El-Fatîha…
Necmettîn KEVE-Kürt Dili ve Edebiyatı
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…