بِسْــــــــــــــــــــــمِ اﷲِارَّحْمَنِ ارَّحِيم
اَلْدُّعَاءُ مُخُّ الْعِبَادَةِ
Dua mejiyê îbadetîye
Pesn û spasî ba Xwedayê cihanê, salatu û silavên bê hêjmar wekî barana heyva nîsanê û wekî xûnave û reşuşên mehâ gulanê bibarin li ser ruhê Muhammedê nav şîrîn pêxemberê dawîya zemanê û li ser heval û hogirên wî jî bin heya roja heşra û mîzanê.
Ev Çend Duayên Girîngin
1) Hey Xwedayê min ez xwe bi te diparejim ji xema û kul û ku wanan û ez xwe bi Te diparêzim ji ne çarîyê û bê xeratîyê û ez xwe bi te diparêzim ji deynê giranî seri ji mirovî distînit
2) Hey Xweda tu her saxu û rêberê hemî kara û baran hawara min rehma te ye Tu hemu karu û barê min rasta û durast bike çav halandin û dananekî ji min ne hêle bi hêwya min ve.
3) Hey Xwedayê min tu faydê bidi min bi wî zânîna Te ez hîn kirim û Tu min hînê wi Îlmi bike ku faydê bidê min û tu ilmekî ku faydê bide min Tu biki rizqê min.
4) Hey Xwedayê me Tu dinyayê de qenciyê bidî me-û Tu di axrete de ji qenciyê bidî me û Tu me ji îzaya agirî bi parêzî.
5) Hey Xwedayê min ji bili Te tu Xweda ninin Te ez çêkirime û ez bendayê Te me û ez li ser soza û peymana Te ji me wergirtî hemdî ez bibarim ez xwe bi Te diparêzim ji xerabiya min kirî û ez keremên Te li ser xwe eşkera dibînim û ez îtirafê bi gunehên xwe dikim wêca Tu li min bibare min afa bike rastî ji bilî Te kes gunahan afa nake
6) Hey Xwedayê me, me zulm û sîtem li xwe kiriye ger tu li me ne barî bi sond emê bi xusîrin.
7) Hey Xwedayê me, em bi Te razî ne, Xwedao em bi Îslamê razî ne, û em bi Muhammed razî ne pêxember (s.x.l)
M. SALiHÊ Dihê-ronahiyaislam.com