Di Jiyana Me De Cihê Mizgeftan (Xutbe)

 

إِنَّمَا يَعْمُرُ مَسَاجِدَ اللَّهِ مَنْ آمَنَ بِاللَّهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ وَأَقَامَ الصَّلَاةَ وَآتَى الزَّكَاةَ وَلَمْ يَخْشَ إِلَّا اللَّهَ فَعَسَى أُولَئِكَ أَنْ يَكُونُوا مِنَ الْمُهْتَدِينَ (18) التوبة

Bawermendên birûm

Mizgeft, yek ji pêdiviyên Îslamê yê bingehîn e. Mizgeft, ji bo ku ji Xuda Teala re bi komî (cemaet) îbadet û nimêj bê kirin hatine avakirin. Mizgeft malên Xuda û cihê pîroz in. Ji bo vê yekê misilmanan di dîroka Îslamê de  ji roja pêşîn heta ku roja me ya îro girîngiyeke mezin dane mizgeftan. Bi teşeyeke wisa ku ji berî ku ji xwe re ciyekî ava bikin, mizgeft ava kirine û piştî wê pêdiviyên xwe pêk anîne. Tu gund û tax bê mizgeft nemane. Li ciyên hatin fetihkirin weke karê pêşîn li wan deran mizgeft hatine avakirin. Bînin bîra xwe pêxemberê me jî gava ji Mekehê koçê Medînê dike cara ewil Mescîda Nebewî ava dike. Lewre Mizgeft, remz (sembol)ên Îslamê ne. Mizgeft, cihê wekheviya rastîn, dostanî, biratî, alîkarî û piştevaniyê ne. Mizgeft, serkaniya îman ,îbadet, exlaq, qencî, hezjêkirin û dilovaniyê ne. Mizgeft, cihê îlm û medeniyetê ne.

Misilmanên birûmet!

Di Qurana pîroz û hedîsên şerîf de girîngiyeke pir mezin ji avakirina mizgeftan û paqijiya wan re hatiye dayîn. Xuda Teala wiha dibêje: “Bi rastî bes ê ku mizgeftên Xuda Teala ava dike, ewê ku bi Xuda Teala û roja dûmahiyê bawerî aniye û bi berdewamî nimêj dike û zekata malê xwe dide û ji Xuda Teala pêştir ji tu kesê din natirse. Vêca hêvî heye ku ev bibin ji yên li ser riya rast.[1]Ma ji wan kî zalimtir e ewên ku nahêlin di mizgeftên Xuda de îbadeta (nimêjê û zikrê) wî bê kirin û ewên ku ji bo wêrankirina mizgeftan xebatê dikin? Evên ha heqê wan ew e ku bê tirs nikaribin bikevin mizgeftan! Ji bo wan di dinyayê de rûreşî, di dûmahiyê de jî janeke dijwar heye.[2] Pêxemberê me jî di vê mijarê de ev mizgîniya mezin daye me: “Kî ji bo razîbûna Xuda Teala mizgeftekê ava bike, Xuda Teala jî ji wî kesî re li bihiştê qesrekê ava dike.[3]Ew kesê bi berdewamî çûyîna mizgeftan ji xwe re dike adet, şehdebûna îmanê jê re bidin.”[4] “Ew kesê nimêja xwe ya sibeh û eşayê bi cemaetê bike weke ku temamê şevê bi îbadetî derbas kiribe xêrê bi dest dixe.”[5]

Misilmanên birûmet!

Mizgeft çavkaniya jiyana misilmanan e. Misilman, çi gava bi berdewamî qesda çûyîna mizgeftan bike wê di xweşî û aramiyê de bijî. Lewre dengê doza heqiyê ji mizgeftan tê bihîstin, dengê baweriya bi Xuda li mizgeftan tê bilindkirin, xêr û bereketa îbadetan li mizgeftan tê dayîn û riya xirabiya li mizgeftan tê birîn. Ez xutbeya xwe bi hedîseke pêxemberê me diqedînim: “Çi kesê li mala xwe destnimêjeke qenc bigre û ji bo edakirina nimêjeke ferz, ji mala xwe derkeve û berê xwe bide mizgeftekê bi avêtina hergavekê Xuda gunehekî wî efû dike û bi ya din dereceyeke wî bilind dike.”[6]

 

 Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]  Et-Tewbe 18.

[2]  El-Beqere 114

[3]  Buxarî Nimêj:65 Mislim, Mesacid: 24.

[4]  Tirmizî rîyadussalîhîn c.2 r. 348

[5]  Mislim mesacid 260.

[6]  Mislim

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply