Dews

(Em ê bi helbestekê dest bi nivîsên xwe bikin)

Rebena diya min
Her roj
Bi berbanga
Sibê re
Bi êş û kulan
Dimeyand
Zarokatîya min.

Ji bo 
Emrekî saleh
û
Jiyaneneke bextewar
Nivişt û ayetên Quranê girêdidan
Bi dergûşa min ve

Her êvara înê
Sê nanê pisî 
Ku bi hevîrtirşê îmana qewîn
Hatibûn çêkirin
Bi dîwarê mezelê ve didaleqandin.

Lê ne ez kerî
Dinyayê bûm
û
Ne rebena diya min gihijt
Meqsed û miradan.

Her tim dews û hêmaya
Êşên welatê min
Bi enîya min ve zeliqî man.

Qudbedin Kerboranî
02.07.2015
(Piştî nimêja sibehê)

About candame

Check Also

Dara Hêcîrê

Hêcîr fêkîyek pir balkêşe Di Quran a pîroz de derbas dibe Rebbê aleme bi vê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *