Deryaya Bakur

Deryaya Bakur deryayeke li bakura Ewropayê dikeve û yek ji navçeyên Okyanûsa Atlantîk e. Ew navbera li rojhelat Norwêc û Danîmarka, li rojava Skotland û Îngiltere, li başûr jî Elmanya, Holand, Belgiya û Fransayê de ye.
Skagerrak Deryaya Bakur digêhî ne Deryaya Baltik. Li başûr Deryaya Bakur wek Lamanş tê navandin. Sînorên Deryaya Bakur li Skagerrak wek navbera Lindesnes li Norwêcê, û Halsthom li Danîmarka tê ditîn. Bakura Deryaya Bakur Atlantîk e û sînor ji bo navberan wan wek Shetlands, Skotlandê de heta Ålesund, Norwêcê tê ditîn.
Statîstîk
Kûrahiya Deryaya Bakur bi nîvekî 94 mitir e. Li beravên bi dirêjahîyeke 150 km nêzî 80 milyon kes dijî ye. Dera xweya herî kûr 725 m ye. Bi Lamanşê ve Deryaya Bakur yek ji deryayên herî geremolên dinê ye.
Çemên talê dibin
Çemên girîngê tala Deryaya Bakur wiha ne; Tay (li Dundee), Forth (li Edinburgh), Tyne (Newcastle), Elbe (li Cuxhaven), Weser (li Bremen), Ems li Emden, Rhine û Meuse (li Rotterdam), Scheldt (li Flushing), Thames û Humber (li Hull).
Kanala Kiel kanaleke çê kirî ye Deryaya Baltik û Deryaya Bakur digêhîne hev e.
Navandin
Navê Deryaya Bakur ji bo ewê li bakura ji şûna xwe de tê ye.
Di demên antîk ew wek Oceanum Germanicum an Mare Germanicum (ango, “Okyanûsa German”) dihat navandin.

Wîkîpedîya

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply