Daxuyaniya Wezaretê ya Derbarê Şewba Berazan De

Wezareta Tenduristiyê, derbarê Şewba Berazan de agahiyên nû parve kirin. Di 463 nexweşan de Vîrüsa H1n1’ê hat dîtin. Wezaretê diyar kir ku di standina derzî û îlacan de pirsgirêk tuneye.

Lijneya Şewra Zanyariyên Şewbê ya Wezareta Tenduristiyê derbarê şewba berazan de agahiyên dawî parve kirin.

Lijneyê diyar kir ku 2 hezar û 905 nexweş ji ber ku behna xwe baş nadin û nastînin hatine nexweşxaneyê.

Û di hezar û 261 nexweşan de jî vîrûs tespit kirine.

Di nav wan nexweşan de jî bi 463 kesan re vîrûsa şewba berazan hat tespîtkirin.

Li nexweşên ku bêhnê baş nadin û nastînin, di sedî 16’an de şewba berazan peyda bûye.

Lijneya Zanista Şewbê aşkere kir ku vîrûsa H1N1’ê wek wê vîrûsê ye ku berê jî peyda bûbû.

Herwiha Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku li seranserê welêt derbarê standina derzî û îlacan de pirsgirêkek tune ye.

trtnuce

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply