Cixare ji 10 kesan 1 î dikuje

Lêkolîneka tibbî ya nûh derxist holê ku cixare ji 10 cixarekêşan yekî dikuje. Li gor jimareyên 2015an li seranserê dinyayê 1 mîlyar cixarekêş hebûn. Li gor rojnameya The Guardianê tevî ku kişandina cixareyan li gelek deveran tê qedexekirin jî, her roj jimara cixarekêşan zêde dibe.

Vê lêkolînê aşkera kir ku ji 4 zilaman 1 zilam û ji 20 jinan yek jin dibe ku ji ber kişandina cixarê ji nîşkave bimre. Di sala 2015an de ji ber cixarê 6.4 mîlyon mirov mirine. Nîvê van mirovan li çar deweletên han mirine: Çîn, Hindistan, Amerîka û Rûsya. Di seranserê dinyayê de, ji her 8 saniyeyan yek kes ji ber cixarê dimre.

Peyama Kurd

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply