Çi Bûye Ji Me?

Çi Bûye Ji Me?

Berê ku yek dimir, şîna wî dihat girtin.

Yê pê dihesiyan li ser wê mirinê, hiş dibûn, difikirîn.

Televizyon nedihat vekirin, eşkere kêf û şahî nedibû.

Tenê ji bo xizm û nasên mirî sersaxî û sebir dihat xwestin.

Hesabên din nedihatin kirin.

Lê îro?

Îro, mirin bûye bûyereke besît û ji rêzê.

Ma mirin tenê? Kuştin jî…

Ku yek tê kuştin herkes baz dide ser ekranên xwe.

Di medyayê de herkes dest bi analîzan dike.

Herkes bi aliyê xwe ve dikşîne.

Herkes dixwaze ya xwe bi cî bike û derkeve ser.

Herkes dijberê xwe sûcdar dike.

Mirovahî nayê bîra kesî…

Lê çi dibe ji dîndaran?

Ji bo yên hesabê Xwedê û axretê nakin ev rewş ne ‘ecêb e.

Lê çi dibe ji dîndaran!

Jixwe ev sersariya wan, îddîaya wan a dîndariyê tenê di gotin û qalik de dihêle.

Lê ya xirabtir zirarê dide dîn jî. Lewra yên nizanin zen dikin ku dîn ev e û sar dibin.

Divê ev kes û aliyên îddîaya dîndariyê dikin şerm bikin!

Divê ji Xwedê bitirsin û evqasî ji hestên însanî dûr nekevin.

Divê bizanin ku siyaset û hirsa wan a bi ser ketinê, zirareke mezin dide Îslamiyetê.

Lewra êdî nizanin hiş bibin, êşê fêm bikin, maqûl tevbigerin.

Derdê wan tenê bûye rastderxistina gotina wan û reşkirina dijberê wan.

Heyf e!

Xwedê bistirîne, ger bi vî awayî bidome, wê afet û musîbetên giştî bi ser me de bên…

Kuştina merhûm Tahir Elçi şermezar dikim. Rehma Xwedê lê be. Xwedê, sebrê bide malbat, xizm û hevalên wî.

Derbar Rêvebir

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply