Çavê Mirov

Çav ji aliyê derva va bi birî, palikên çav û bijangan pêk tê. Wezîfa biriya ev e, ku nehêle qevçilî ji alê jor bikeve nava çav. Ev wezîfa wisa jî palikê çavan û bijangan e. Palike çavan, hesîrê çavan li ser çavan belav dike da ku çav zuha nebe. Ava hêsirê, ji livikên hêsirê yên ku di dora çav da cih digrin, tên çêkirin. Organa dîtinê ya çava sêva çavî ye. Sêva çav gilorik e û ji aliyekî heta aliyê din bi berayî 23mm fireh e. Sêva çav bi çend qora pêk tê.

Dema mirov ji derve mêze sêva çav kir, sê cureyên şêweyan dibîne. Ya yekemîn spiyê çavê ye. Di nav spiyê çav da reşika çav şûn digire. Navê reşika çavî di zanista tipê de îrîs e. Ev fireh û teng dibe. Ango eger derve tarî bû, ew fireh dibe û eger ronahî bû, teng dibe. Di navça reşika çavî de bibik heye. Em bi alîkariya bibikê dikarin bibînin.

Reha dîtinê ji mêjû tê û digihîje paşiya sêva çav. Li wê derê tiştên ku em dinêrin, tên reflekte kirin û bi alîkariya birikên dîtine, ew enformasyon digihîjin mêjû û mêjû jî ji me re dibe em çi dibînin.

Sêva çavan bi alîkariya masûlkên dor çavan dilive.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply