Cara yekemîn Qursa muhasebeyê bi Kurdî

Li Şaxa Perwerdehiyê ya pîşeyê ya li Qada Jiyana Hevpar a Sûmer Parqê ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye cara yekemîn bi zimanê Kurdî kursa muhasebeya giştî tê dayîn. Kursa ku beriya mehekê bi 20 xwendevanan dest bi xebatên xwe kir armanca wê ew e ku ji bo di aliyê aborî de bibe bingehek Xweseriya Demokratîk û bi vê xebatê zimanê Kurdî bikin zimanê bazarê. Xwendekarên kursê û mamosteyê kursê ji xebatên muhasebeya Kurdî kêfxweşiya xwe tînin ziman. Xwendekarên kursê diyar kirin ku piştî kurs bi dawî bû ew ê karê muhasebeyê bi zimanê Kurdî bikin. 

Xebata bi zimanê Kurdî
Xwendekarê kursê Ahmet Gumuşçu bilêv kir ku ew li zanîngehên Tirkiyeyê mijarên kursê bi tirkî dîtine û ji ber bi tirkî hîn bûne di destpêka kursê de zehmetî kişandiye. Gumuşçu da zanîn ku ew dixwaze li saziyên ku wê lê bixebite karê xwe bi zimanê dayikê bidomîne û wiha axivî: “Ji ber kurs bi zimanê Kurdî ye ez gelekî kêfxweş im. Ez dixwazim piştî min kurs qedand bi zimanê xwe karê xwe bidomînim.” Yusuf Suleymanoglu xwendekarê kursê jî derbarê xebatên kursê de axivî û got ku ew ê beşa kargeriyê qedandiye û di warê aboriya Kurdî de kêmasiyan dîtiye û dest bi xebatê kursê kiriye û li ser xebatên xwe ev tişt anî ziman: “Di warê Kurdî valahî heye. Em dixwazin bi vî karî vê valahiyê bigirin û em dixwazin hemû ciwanên ku karê hesêpgêrî dikin bi zimanê xwe xebatên xwe bimeşînin.”

‘Di têgehên hejmarê de em kêm man’
Kursiyera bi navê Nagîhan Sert jî diyar kir ku zimanê Kurdî ji ber gelek qadan de hatiye qedexekirin pergalê nehiştiya di warê têgehên hejmarê de kêm maye û wiha domand: “Me tim bi tirkî van têgehan dîtiye ji ber vê yekê em pêş neketin. Ez dixwazim hemû dersên tên dayîn bi zimanê Kurdî bibin.” Mamosteyê kursê Hasîp Yanliç ku şêwirmendiya darayî dike û heman wextê de nivîskarê pirtûka muhasebeya giştî ye jî li ser xebatên kursa hesêpgêrî sekinî û got ku dema ji bo xebatên kursa hesêpgêrî rêveberên şaredariyê pê re axivîne wî xwestiye bi zimanê Kurdî bide û wiha dirêjî da axaftina xwe : ” Dema min ji rêveberên şaredariyê re got ez ê bi zimanê Kurdî dersan bidim pir bala wan kişand û me bi Kurdî dest bi karê xwe kir. Ji ber cara yekem karek wisa bi zimanê Kurdî tê meşandin kêfxweşiyek da rêveberên şaredariyê.” Yanliç destnîşan kir ku ji ber metaryalên hesêpgêrî kêm e wî pêdiviya pirtûkeke ku têgehên hesêpgêrî yêbi navê ‘Muhaseba Giştî’ amade kiriye û li ser wê pirtûkê dersan dide. Yanliç bilêv kir ku kursiyer ji bo mijarê baş hîn bibin divê ewil ji fatureyan dest bi xebatên xwe yên hesêpgêrî bike.

‘Ji bo aboriyek xurt muhasebeke xurt lazim e’ 
Yanliç di berdewama axaftina xwe de got ku heke li Kurdistanê xweseriyek bê avakirin divê di bazaran de Kurdî têkeve meriyetê û wiha pê de çû : “Li Kurdistanê divê di warê xweser de muhaseba Kurdî di bazaran de çêbibe heke em derbasî Kurdî nebin ne mumkun e ku zimanekî rêk û pêk çêbibe.” Yanliç bilêv kir ku ew dixwazin karsazên Kurd û odeyên muhasebeyan piştî ku kurs bi dawî bibin muhasebegirên Kurd bigirin kar.” Yanliç li ser girîngiya bazarên xurt sekinî û diyar kir ku ji bo hesêpgêrî aboriyek xurt lazim e û wiha gotinê xwe bi dawî kir: “Muhasebe bazarek xurt dixwaze di nav bazaran de zimanê te ne bi Kurdî be dema tu daketî bazaran bi zimanê serdestan tê biaxive wê demê tu xweser nabe.”

Dîha

Derbar Rêvebir

Check Also

Pakêtek Cîps Bi Qasî 5 Lître Rûn Zirarê Dide

Kesên ku rojane pakêtek cîpsên kartolan dixwin , weke ku salane 5 lître rûnê xwarinê …

Leave a Reply