Bawer bikin ez hinekî dereng bi hebûna vê malpere delal ya bi nav çandname hesiyam, ew jî bi agahdariye braye Ferhat Firat pê hesiyam ku li ser internete kovareke/malperekê weha heye.
Her weha camêr ji min xwest ku ez ji bona wan bikaribin nivîsekê binivîsînim. Min ev daxwaza wî ji dil qebûl kir ku ez ê hewl bidim car carna ji bona wan binivîsînim. Lê hingî karê min zor, mijûliyên min zêdene ew nivisa ku min ê ji bona wan binivsande, min niha mecal dit û ji we hêjeyan re dişînim. Hêvîdarim bi dilê we be û ji bona dereng mayînê doza lêborîne li we dikim.
Çandname weke ji navî xwe jî diyar e ku divê tenê bi çanda gele xwe ve mijûl bibe. Li ser çanda bask şkestî lekolinan bike, nivis û dokumentan top bikin û wan ji bona gelê xwe pêşkêş bikin. Yanî divê ev kovara/malpereke delal tenê bi çanda gele xwe ve mijûl bibe. Çima vê dibêjim;
Me kurdan heta niha weke hatibe û tê xwestin ev erka xwe bi cih neaniye. Ji gelek kurdên me ku dema rojnamek ya ji kovarek derdixistin nav û navaroka wê li hev ne dikir.
Heger be bîra we di demên bere de ango di salên 1960 heta 1980 dema rojname an ji kovarek derdiket nav bi kurdi lê navarok û mijaren wê bi temamî tirkî bûn.
Hin kovar an ji rojname di dema berî weşana xwe de, propaganda dikir ku ew rojname an jî kovareke candî ango kulturî ye. Lê di navaroka wan de ji kultur û candê bêtir siyaset hebû.
Mirov dikare gelek tiştên din ji bêje, le bawerim mesele hate fêmkirinê .
Ez ji dil dixwazim ku malpere çandname weke navê xwe, xwe bide qebûlkirinê da ku herkes bizanibin bi rastî jî ev kovara tenê dê çandî be.
Em weke kurdên bakur divê tiştekî baş fêr bibin ku pêwist e herkes karê xwe bike û erkê jê tê xwestin bîne cih. Ew jî ew e ku kî bi çi mijûl bû bila heqê wê bidê .
Ji xwe piraniya kurdên me yên bakurê kurdistanê bi siyasetê ve mijûl in û bûn. Heta niha bi piranî mirov dibîne ku kovar û rojnameyên hebûn ku yên partî û rêxistinan bûn. Her ku me kovarek dixwend ji çandê bêtir siyaset tê de hebû. Di be ku ew ji ber pêwîstiyakê dihat kirin. Lê di şertên îro de pêwîstiya tenê ku em siyasetê bikin tune ye. Lewra jî pêşketina çandê pêşketina welatekî ye…
Hingê me û rêxistinên me, me siyaset kir hema hema me çanda xwe ji bîr kiri bû. Divê neyê ji bîr kirin ku welatek xelkek li ser çanda xwe li ser koka xwe şên dibe, mezin dibe û li gor wê jî jiyanekê dixuliqîne.
Di vî warî de gelek kêmaniya me û partiyên me yên siyasî hene û bûn. Loma jî ez dibêjim ku we, ew kesên dest bi weşana kovara/malpere çandnamê kiriye, wê weke navê wê bixemilîne da ku kurdên me jî êdî ji çanda xwe, ji durê siyasetekê tamekê
Daxwaz û hêviya min ji we ew e ku hûn jî weke demê berê nekin û vî kar û erkê we daye pêşiya xwe weke wê pêk bînin. Serketin ew e ku mirov çi da ber xwe ew kir û li gor wê tevgeriya ye.
Ez ê hewlbidim carna ji we re nivîsên di vê derheqê de binivîsînim. Lê divê bê zanîn ku nivîsek çandî ji nivîsandina nivîseke siyasî gelekî zortir e. Em ango nivşê me em ji çandê bêtir fêrî siyasetê bûne. Me xwe hinekî ji çandê dûr xistiye ango xistibû. Loma jî siyasetmedarên me yên di warê siyasî de zîrek, di warê çanda xwe de ne xwedî zangariyeke baş in.
Lê waye bi saya kovara/malpere we candnameyê û çendên din wê di vî warî de jî ji nû de wejandineke di warê çandî de bibe.
Serketin û pêşketina we dixwazim. Heta ku hûn bi erkê xwe ve rabin hûnê bi pêşkevin. Lê we reng guherî û ji xeta xwe ya weke navê xwe derketin hûnê jî weke gelek kovar û rojnameyên kurdî têk herin.
Berhemên Bûbê Eser