Bû Leheng

 

Dayîka jê re gotine ku lawê wê bûye leheng
Nedixwest ku bibe leheng
Dixwest ku rojekê wî zava bibîne
Û cilên zavatiyê li bejna xwe ke.

Keçika ku jê re gotine yarê wê bûye leheng
Nedixwest ku bibe leheng
Dixwest ku dildar wê hembêz bike
Û gotina evînê bi guhên wê da berde.

Jina ku jê re gotine mêrê wê bûye leheng
Nedixwest ku bibe leheng
Dixwest ku bi wî ra here bazarê
Da ku bi hev ra goreyan ji biçûkên xwe re bikirin
Berî ku zivistan konê xwe vedgrê.

Zaroka ku jê re gotine bavê te bûye leheng
Nedixwest ku bibe leheng
Dixwest bang lê bike û bêje bavo
Û ew jî bersiva wê bide.
————————
Helbestvanê Sûrî: Thaer Alzaazou
Wergerandin ji Erebî: Majêd a Mihemed

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kurd û Rewşenbîrî: Rola Rewşenbîrên Kurd di Avakirina Nasnameya Neteweyî de 

✍️ Nivîskar: Mirza Xanî  Rewşenbîrên Kurd di pêvajoya şêwirmendiya civakî, çandî û zimanî ya gelê …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *