Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata Navîn jî, ji berê de û heta niha jî, miletê kurd wek miletekî bi cesaret û qehreman tê naskirin, lê belê yek ji taybetmendiyên ku bi gelê kurd ve bûne, bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtinê ye di navbera wan de.

Kurd hertim nakok û cuda cuda bûne. Helbestvanên kurd jî li hember vê cudabûna kurdan nerazîbûn û bêzariya xwe nîşan dane û di dîwan û helbestên xwe de, bi gotinên xwe yên nazik ev nexweşî berçav kirine.

 

Kurd miletekî qehreman, mêr û dilsoz in. Lê bêtifaqî û nebûna yekîtiyê di nav wan de diyardeyeke pir berçav û diyar e. Piraniya helbestvanên kurd nexasim yên klasîk li ser vê diyardeya kambax nivîsîne û kovan û keserên xwe bi rêya helbestên xwe nîşan dane.

Beriya bêhtirî 300 salî, helbestvanê mezin Ehmedê Xanî ji bêtifaqiya gelê xwe êşiyaye û bi gotinên nemir azara xwe aniye ziman:

Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in.

Da’im bi temerrud û şiqaq in.

Ger dê hebûya me ittifaqek.

Vêk ra bikira me inqiyadek.

Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî.

Hemiyan ji me ra dikir xulamî.

Tekmîl dikir me dîn û dewlet.

Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet.

Vê bextreşiya kezebsoj her berdewam kiriye û gihîştiye roja me ya îro jî.

Helbestvanê kurd Dildarê Mîdî jî li hember bêtifaqiya kurdan bêdeng nemaye û gotiye: Min ji kurdîtiyê bes e. Eger kurdîtî weha bê. Ta bi kîn û bend û rik bê. Ji me rastî cuda bê. Her wekî zanim di pêş de. Tev wê tor û bela bê. Qet bi vî rengî ne kurd im. Çav ji avê ziwa bê. Ger ne bêjim îro ez vê. Hûnê bêjin te negot. Dê bi çi rengî biçînim. Xêza leç ya we ya cot. Yek ji we ar e li xazê. Yek li êzingê pizot.

Bes e êdî bi vî rengî.

We cerg û dil li me sot.

Ger bi vî rengî bimînin.

Nêzîk e birakujî.

Dûr dikevê pir ji doze.

Ev miletê bê mejî.

Tev li kolanan dirêjin.

Gotinên pûç û rijî.

Yek ji wan şaşan ez im.

Lê qet ne bê parî tu jî.

Helbestvanê koçkirî Mele Nûriyê Hesarî jî li ser nebûna yekîtî û tifaqa kurdan diqîre û dozê li wan dike ku bibin yek da rûmet û dewleta xwe ava bikin:

Hey Kurd çima tu nabî yek. Hewqa te dîtin pir felek. Cengê me çêbûne gelek. Xwîna me Kurda bû kelek. Hey wax li xortê çav belek.

Dijmin li dor wan bû xelek. Dûr bin ji bend û berberî. Em tevde bûn kom û kerî. Îro tenê em bê serî. Dijmin li me girtin derî. Bi dest me naxin koçerî. Dibên bere Kurd hey herî. Cîhan seraser dewlet in. Em kurd tenê bêrûmet in. Em tev ji hevdû qetqet in. Hin serxet in hin binxet in. Em tev ji bo hevdû çet in. Hey kurd ji ber vê em ketin. Ev rast û çep ev tak û tûk. Em pê dibin bê nav û sûk. Ji dest me çû dîlan û bûk. Ji ber me çû qeymax û tûk. Em perçe bûn em bûn bilûk. Bavê baz em bûne çûk.

Rûdaw

Derbar Rêvebir

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply