Behra Hîkmetan

Eger mal di destê çikosan de, çek di destê tirsonekan de û îdare di destê bêaqilan de be; nîzam xerab dibe. (Hz. Ebu Bekir r.a )

Çavê xwe ji heraman parastin, ji  şehwetê re çi perdeyek rind e. (Hz. Osman r.a)

Ên li pêy tiştên bê lizûm direvin, tiştên bi lizûm ji dest xwe direvîne. (Hz. ‘Elî r.a)

Kesê bi tîlaweta Qur’anê feyza rûhanî sîrayetî dilê wî kiribe,  bi fîrqeta dostên xwe nakeve halê wahşetê. (Hz. ‘Elî r.a)

Dema aqil temam bibe, gotin kêm dibe. (Hz. ‘Elî r.a)

Kesê bibe xwedî fikrê kûr, nezera wî jî, rind dibe (Hz. ‘Elî r.a)

Di îbadeta bê îlim û tîlaweta Qur’anê a bê tefekkur de xêr tune. (Hz. ‘Elî r.a)

Di nava mirovan de bimîne lê ji wan re nebe bar. (Husameddîn Mankpûrî)

Pîrekek Misliman heya dema ku zarokê xwe dimêjîne her wekî ku di rêya Xwedê de cîhad kiribe. (Se’îd Bin Cubeyîr r.a)

 

Ên bi dijminê we re rabe û runê ne dostê we ye. (Sadî Şirazî )

Îlim wek xwarinê ye. Dewamî mirov hewceyê wê ye. Feyda wê jî, ji herkesî re ye. (Ebdulvehhab-î Mutteqî)

Kafir be jî dilê tu kesî neşkîne. Dil şikandin, êşandina Xwedê teala ye.   (Ahmed Yesevî)

Di nava Îslamîyetê de tu xerabî, di derveyî Îslamîyetê de ji tu qencî tune. (Ebu’l Wefa)

Sê tişt dil dikuje; axaftina zêde, xewa zêde, û xwarina zêde (Fudayl Bin Iyad)

Dinya sê roje; do, îro û sibê. Do derbas bu çû, hatina sibê ne kifşe, wusane qîmeta îro bizanibin. (Hesen Besrî r.a)

Zilamê bê dert, zilamekî bê ders e. (Receb xoce)

Rewşa fedîkirina zarokan, di wî de elametê nûra aqil e. (Îmam Xezalî r.a)

Herkesê ku tu dibînî Xizir, her şevê jî Qedir bizani be. (Silêman Ata)

Bi qîmeta xortanîyê extîyar, bi qîmeta hizurê bêhizur, bi qîmeta sihatê nexweş û bi qîmeta jîyanê jî mirî dizanin (Xatimê Esam)

Mar û defîne, gûl û dirik, xem û şahî bihevre ne.

AMEDEKAR: FİKRÎ AMEDÎ-http://siretnesihet.blogspot.com

Derbar ziman

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply