Baweriya bi Quranê/XUTBE

 

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا آمِنُوا بِاللَّهِ وَرَسُولِهِ وَالْكِتَابِ الَّذِي نَزَّلَ عَلَى رَسُولِهِ وَالْكِتَابِ الَّذِي أَنْزَلَ مِنْ قَبْلُ وَمَنْ يَكْفُرْ بِاللَّهِ وَمَلَائِكَتِهِ وَكُتُبِهِ وَرُسُلِهِ وَالْيَوْمِ الْآخِرِ فَقَدْ ضَلَّ ضَلَالًا بَعِيدًا (136) النساء

Bawermendên birûmet!

Baweriya bi kitêbên pîroz yek ji esasên îmanê ye. Kesê bawermend pêwîst e bi temamê kitêbên ku ji cem Xuda Teala daketine, li ser pêxemberên wî, baweriyê bîne. Dawiya kitêbên pîroz Quran e. Baweriya bi Quranê ku kelamê Xuda ye, temamê wesiyet û darazên wê rast û dirust in û di sûda mirovan de ye, ev teqez emrê Xuda ye. Heta ku mirov bibe bawermend pêwîst e ku mirov bê şik baweriyê bi temamê ayetên Quranê bîne. Lewre înkarkirina hinek ayetên Quranê, emr û qedexeyên wê û helal û heramên wê kufr e. Xuda Teala, ji bavê me Adem û pê ve, ji bo ku ji mirovan re bibin mînak û rêber, pêxember rê kirine û ji bo ku rastî û heqîqetê jî bi wan bide xuyakirin kitêbên pîroz rêkirine. Çawa ku pêxemberê me Muhemmed Mistefa dawiya pêxemberan e her wiha Quran jî dawiya  kitêbên pîroz e û ji bo mirovahiyê jî rêber e. “Bêguman ev Quran -mirovan- tîne rêya herî rast û mizgîniyê dide bawermendan.”[1] Baweriya bi Quranê, yek ji esasên îmanê ye. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha dibêje: “ Gelî bawermendan! Li ser baweriya bi Xuda Teala û pêxemberê wî, bi wê kitêb (Quran)a ku ji pêxemberê xwe re daxistiye û bi wan kitêbên ku berê ji pêxemberên xwe re daxistiye bînin. Kî bi Xuda Teala, milyaketên wî, kitêbên wî, pêxemberên wî û roja dûmahiyê baweriyê neyine û kafir bibe, vêca bi rastî ew bi awayekî dûr ji rê derketiye.”[2]

Misilmanên birûmet!

Gelek taybetmendiyên Qurana pîroz hene û hinek ji wan jî ev in: Çawa ku Xuda Teala di ayetên Qurana pîroz de, ji me re dide nasîn ku ev kitêb kelamê Xuda ye, ji hêla Xuda Teala ve û di meha Remezana pîroz de daketiye, pêşîn ji Lewhil-Mehfûzê daketiye asîmanê dinyayê û ji wir jî bi navgîna Cebraîl, bi zimanekî erebî ya zelal daketiye li ser dilê pêxember. Heqî ji batilî, xêrê ji gunehî, qenciyê ji xirabiyê û rastiyê ji şaşiyê cuda dike. Kitêbeke gelek birûmet, mezin û bêhempa ye. Tesdîqa wan kitêbên li pêşiya xwe dike û kitêbeke naveroka wê tev rastî û dirustî ye. Qurana pîroz, kitêbeke wisa ye ku darazên bawerî, exlaqî û emelî di xwe de digire. Ji ber ku jiyana mirovan bi rêk û pêk dike û wan di dinya û axretê de jî digihîjîne xweşî û aramiyê, kitêba jiyanê ye. Ji bo vê yekê kesê bawermend binbar e ku emr û qedexeyên wê ji xwe re bike rêgezên jiyanê. Quran peyrewê xwe digihîjîne rêya herî rast û wan bi bihiştê jî xelat dike. Xuda Teala wiha dibêje: “Bêgûman ev Quran –mirovan-tîne rêya herî rast û mizgîniyê dide bawermendên ku kar û kiryarên qenc dikin ku ji bo wan xelateke mezin heye.”[3]

Misilmanên birûmet!

Ew gelên ku Quranê ji xwe re bikin rêber wê wan bilind bike û yên ku li hember wê bi xemsarî jî tevbigerin wê wan rezîl û riswa bike. Xuda Teala wiha dibêje: “Kî, berê xwe ji kitêba min vegerîne, bêguman jê re jiyaneke teng heye û em ê wî di roja dûmahiyê de bi awayekî kor heşr bikin.”[4] Ez xutbeya xwe bi wateya ayeteke ji Qurana pîroz diqedînim: “(Ya Muhemmed!) Ha ji bo wê cudahiya ku di nav ehlê kitêban de rûdaye, me ev ferman li te kiriye; tu gazî mirovan bike bi bal dînê heq û rast ve û wekî ferman li te hatiye kirin xwe rast û dirust bike,li pey bayê wan neçe û bibêje: Min, bi wê kitêba ku Xuda Teala daxistiye bawerî anî û li min hatiye fermankirin ku ez di nav we de edaletê bikim.”[5]

Mele Cewadê Girdarî/ÇANDNAME

[1]  El-Isra 9.

[2]  En-Nîsa136.

[3] – El-IS-Isra 9.

[4] – Taha 124.

[5] – Eş-Şura 15.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply