Baldar Bin! Dibe Ku Nîşana Tûmora Mêjî Be

Dixtorê Mêjiyê pispor Prof. Dr Ersin Erdogan derheqê mijarê de agahî da û bilêvkir ku giliya êşa ser gelek girîng e, eger gelek caran ev êş bê hîskirin, divê bê lêkolîn kirin.

Erdogan diyarkir ku, mezinahiya mêjî di rêjeyek diyar de ye, li vê derê dema tûmor mezin bibe zorê dide mêjî û êşa ser derdixine holê.Dixtorê pispor dûr de wiha got: “taybetiya vê êşê ya herî girîng ev e ku sibehan derdikeve holê û hin caran dibe sedema verêşandinê.”

 Erdogan axaftina xwe de diyarkir ku êş ne bitenê ser patikê an ji ser serî tê dîtin, “êş li ser tevahî serî jî tê dîtin. Cihek vê yê taybet tune.”

Dixtorê pispor balkişa ser vê yekê jî; bi taybetî êşa ser a bi şîdet dema ji sibehê xewê hişyarbûn, hin caran digel eciziya ser milan û lingan, sara û wendabûyîna hafizeyê tê dîtin.

Erdogan got di rewşek wiha de divê çareserî di hebên êşê kêmdikin de neyê dîtin û tavilî serî li dixtor bidin.

TÎPA TÛMORA MÊJÎ YA KU ZÊDETIR TÊ DÎTIN: ” METASTAZ “

Erdogan diyarkir ku dema nexweşek bi van giliyan hat li cem me. Pê Tomoxrafiyê dîmenên mêjiyê wî tên girtin û bi saya van dîmenan di mêjî de tiştên neasayî tên tespît kirin.

Erdoganî di axaftina xwe de îfade kir ku di nav tûmorên mêjî de metastaz, glioma, lenfoma, glioblastom, anaplastîk astrositom yên herî xirab in. Ya herî zêde tê dîtin jî metastaz in.

Erdogan bilêvkir ku di tûmorên metastazê li mêjî dikin de pençeşêra pişikê rêza ewil, pençeşêra memik jî di rêza duyemîn de ye.

Prof.Dr. Ersin Erdogan di dawiya axaftina xwe de diyarkir ku tedawiya vê nexweşiyê ya herî baş cerrahî ye û dûr de got, tûmor çiqas bê derxistin evqas ji rêbazên tedawiyê yên din re hewcehî radibe.

Çavkanî: trtnuce

Derbar Rêvebir

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply