Bajar: Efrîn

Efrîn: An jî Afrîn. Bajarekî Rojavayê Kurdistanê ku niha bi ser Sûriyê ve ye.
Efrîn navê deverekê li çiyayê Kurmênc e. Îro bi ser parêzgeh Helebê ve li Sûriyê girêdayî ye.
Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) beşê herî rojava ji Başurê Biçûk e. Ew li rojhilatê çiyayê Gewr (Amanos) yanê senceqa Îskenderûnê (xetay) dikeve. Ferehiya vê herêmê ji rojhilat heta rojava dora 55 km e û ji bakur heta başûr dora 75 km e. Xeta tirênê, ku ji Stenbolê diçe Helebê , di vir re derbas dibe.


Firehiya devera Efrînê bi tev 366 gundên xwe ve dighîne 2.033 km çarkuşe. Di bajarê Efrînê de nezîkî 80.000 niştîvan dijîn. Li devera Efrînê bi giştî nizîkî 490.000 kesan dijîn. Bi navenda Efrînê ya fermî ve 7 deverok yan bajarokên din girêdayî ne: Efrîn(navend), Cindirês, Mabeta, Reco, Şiyê, Bilbilê û Şera. Wateya peyva Efrînê (afirandin, afirîn) cihê çêbûna pîrozî ye. Di 20´ê tîrmeha 2012´an de gelê kurd, ev bajarê kurd bi bajarê dî ê kurd bi Cindirêsê re kire destê xwe de.


Herêma Efrînê ji aliyê çandiniyê ve, gelek dewlemend e. Ev herêm, berî her tiştî, bi zeytûnên xwe gelek bi nav û deng e. Bi milyonan darên zeytûnan li vir hene û hema tu ku derê binêrî her zeytûn xuyadikin. Darên zeytûnan, ku hatine rêzkirin, axa vê herêmê pir rind û xweşik xemilandine. Kurd ji zeytûnan zeytê derdixin û difiroşin, yan jî zeytûnan wisa difiroşin. Zeytûn ji bo zeytê ne, yan jî ew tên şêrînkirin û xwarin. Meywên tirî, berê li vê herêmê, ji niha bêtir bûn, lê dîsan jî, li gelek navçeyan hên tirî pir heye. Li bajarê Efrîn hên meyxana ereqê jî heye. Darên fêkiyan li vir gelek hene; wek: Hinar, sêv, kerez (gîlaz), mişmiş, hejîr, tû, hirmî û bîhok. Li hin navçeyan gûz û behîv jî pir in. Ji bilî van, genim, ceh, şofan, garis, kuncî, berbero, nîsk, nok, tûtin û pembo jî pir tê çandin. Li hêla din, zebeş, bacanê sor (firingî) bacanê reş, pîvaz, sîr, kundir, tirûzî (xetî) xeyar, encûr, qernebît, îsot, tivir, bamî, fasûlî, hwd. Gelek peyda dibin. Hin berhemên siruştî wek simaq û zehter , ji berê de, ji Çiyayê Kurmênc dertên.

 

عفرين: مدينة كوردية تقع في أقليم غرب كوردستان.
عفرين أسم مدينة (ناحية) في جبل الأكراد التابعية إداريا وحاليا لمحافظة حلب السورية.
تقع جبل الأكراد (عفرين) في أقصى غرب أقليم غرب كوردستان, وشرق جبال آمانوس وخليج الاسكندون (ختاي). تمتد من الشرق حتى الغرب حوالي 55كم, ومن الشمال إلى الجنوب حوالي 75كم. يمر فيها خط الحديد الذي يربط استنبول بحلب.
مساحة منطقة عفرين مع 366 قرية تابعة لها حوالي 2033كم مربع. يعيش في عفرين المدينة حوالي 80.000 نسمة. وفي منطقة عفرين ككل يعيش اكثر من 490.000نسمة. يرتبط بمركز مدينة عفرين 7 نواحي: عفرين(المركز), جندريس, مابتا, راجو, شية, بلبلي, , شرا. معنى كلمة عفرين مأخوذة من الكلمة الكوردية (Afirandin, Aferîn) ومعناها مكان الخليقة المقدسة. في 20 تموز 2012سيطر الشعب الكوردي على هذه المدينة مع نواحيها في خضم النزاع في سوريا.
عفرين منطقة معروفة بالزراعة وفي مقدمتها الزيتون. تصل أعداد اشجار الزيتون بالملايين أين ما وقع بصرك ترى هذه الأشجار. حيث أن تربة هذه المنطقة خصبة لزراعة الزيتون. فالكورد يستخرجون منها الزيت ثم يبيعونها أو يبيعونها زيتوناً صافياً. كانت اشجار العنب موجودة بكثرة قبل ان تنقص. ويوجد في المنطقة مصنع لصناعة العرق.
الفواكه التي توجد في عفرين هي: الرمان, التفاح, الكرز, المشمش,التين, التوت والإجاص. وتوجد أشكار الجوز واللوز بكثرة. أما بالنسبة للبقول فزراعة القمح والشعير والشوفان والذرة والسمسم وعباد الشمس والعدس والحمص والتيغ والقطن مشهورة. من الخضار: البطيخ, البندورة, الباذنجان, البصل, الثوم, الدراق, الخيار, القرنبيط, الفلفل, الفجل, الباميا, الفاصوليا …..الخ.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply