Awayên xwezayî yên parastina ji kelmêşan!

Bi şîretên pratîkî ji mêşan dûr bikevin!

Sivrisineklerden doğal korunma yolları nelerdir? - TakvimKelmêşên ku bi gelemperî di derûdorên hêm û nedamîyê de dijîn, xwînxwarên piçûk ên ku havînê dikin kabûs … Em nizanin gelo kesên ku ji mêşan hez dikin hene an na, lê bê guman bi mîlyonan mirovên ku dixwazin werin parastin hene. Mêşên ku bi gelemperî bi şev xewa me sabote dikin, têne germahiya laş û karbondîoksîtê ku bi şev di xew de derdikeve. Ji ber vê yekê gumguma wan bi gelemperî di guhên me de tê bihîstin. Mêşên nêr nagrin/geznakin, mêşên mê xwînê depodikin. Hûn dikarin êvarên bedew ên havînê bêyî ku ji hêla kelmêşan ve bi çen serişteyên piçûk êrîşan xwe bifilîtînin.

 

  • Cilên tarî yên ku hûn rojên havînê li xwe dikin bi rastî ji bo wan penagehek e. Cilên rengîn û cilên vekirî li xwe bikin.
  • Deverên hêmî bi taybetî ji hêla kelmêşan ve têne bijartin. Pir caran serşokê bigirin.
  • Çirûskên sodyûmê li baxçe û eywana xwe bigirin. Ew kêmtir mêş misoger dike û kehrebayê jî teserûf dike. Wekî din, li ser pencereyên we tevnên kelmêşan werin saz kirin dê bibe yek ji çareseriyên herî hêsan û pratîkî.
  • Ew ji bêhna rûnê qurnefîl, rûnê lawanta û çermê porteqalan hez nakin. Van rûnên ku hûn êvarên havînê hûn dikarin wekî lotikek bedena xwe bikar bînin, dê we jî ji êrişên kelmêşan biparêzin.
  • Gava ku rûnê dara çayê , okalîptus û rûnê bîhnokê li devera ku lê hatî xerckirin were danîn, ew ê di nav çend saniyeyan de xurîniyê rehet bike û wê deverê zû sererast bike.
  • Vanilyayê saf yek ji wan rêbazan e ku dikare wekî parastina ji mêşan were bikar anîn. Nefta vanîlî ya ku li ser xalên pişk hate sepandin dê di wateyek de we nedîtbar bike û dê bihêle hûn xwe ji birînan dûr bigirin.
  • Kevirên ku hûn ê li ser leymûna kesk deynin dê di heman demê de bibe alîkar ku mêşan ji mala xwe dûr bixin.
  • Feslegen û lawantayan dayînîn ser pencereyên mala xwe. Feslegen û lawanta xwedî bandorên  revandinê yên xwezayî ne.
  • Di dawiyê de, ji bereketên teknolojiyê sûd werbigirin! Bi şev an êvarê li ser têlefona xweya desta bernameyê kelmêş revandinê daxînin û bişuxlînin ku hûn êvarên germ ên havînê kêf bikin!

Sivrisinekten nasıl korunulur? İşte sivrisineklerden korunmanın doğal yolları - Son Dakika Haberleri

Ji bo kelmaş durxistinê alternatîfeke din jî heye

Ji bo wanên ku bi mêşan re, bi kabûsa mehên havînê re di tengasiyê de ne, çareseriyek meya din a xwezayî û pratîkî heye!

Heke hûn bikarhênerekî dermanê kîmyewî ne, ev nûçe ji bo we ye. Rûnê dara çayê, tiştê ku hem dê xurandinê dev jê berde û hem jî kêfa bufeya mêşan diqedîne. Hûn dikarin rûnê dara çayê, ku li gelek sûkan kozmetîk an herbalîstan tê firotan, ji bo gezkirinên kelmêşan bikar bînin.

Sinek, Sivri Sinek, Larva, Uçgun İlaçlama » Ayzer İlaçlama – Ankara İlaçlama, dezenfeksiyon Haşere, Fare, Böcek, Çankaya, Fiyat

Ya ku hûn ê bikin pir hêsan e. Çend dilopên rûnê dara çayê têxin nav şûşeya sprayê û ava paqij bavêjin ser wê û bihejînin. Dûv re wê li ser çermê xwe biweşînin. Nerîta weya xwezayî , ku di heman demê de di rewşên iltîhaba, pizrikan û mercên mîna wan de taybetmendiya hişkkirina antîseptîk e jî, û dê we ji qurçikên bifirin biparêze, amade ye! Di rewşa ku hûn nekarin ji êrişek mêşê xilas bibin û hûn biqerin, dilopek an du kefçî, rûnê dara çayê li devera ku hatî qewirandin bidin. Di nav çend hûrdeman de, xurîna we dê raweste û devera ku ji bîrê werimî dê vegere rewşa xweya xwerû, ji ber vê yekê şûnda namîne.

Werger: Çandname

Çavkanî: hthayat

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply