Di zargotina Kurdî de, beyt jî wekî çîrok, stran, destan, lorîk, dûrik û gotinên pêşiyan ciheke xwe yê girîng heye. Peyva beyt, her çend ku di lîteratura edebiyata klasik de ji bo malikên helbestê bête gorin jî, lê di zargotina Kurdî de ji bo stranên dînî yên bi ritmik tê bikaranîn. Ev beyt di tekkeyên sofiyan de bi pirranî ji hela beytbêjan, bi arîkariya erbaneyê ve tê gotin. Meriv dikare bibêje, ev cûreyekî edebiyata tekkeye ye.
Berhevkarê van beytana Mehmet Bozkoyun ji gelek beytbêj, terîqet û kasetfiroşan ev beytana berhev kirine û di vî warî de valahiyek dagirtiye.
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…