Baba Serhengê Dewdanî (935-1007)

Ew helbestvan û ji pîrên yarsaniyan bû, navê wî Baba Serheng kurê Îbrahîmê Dewdanî ye. Peyva Baba li cem yarsaniyan hevwateya peyva pîr e. Ew li Hawramanê li devera çiyayê Şahoyî li jêriya bajarê Sineyê ji dayik bûye û laşê wî li gundê Tewêleyê hatiye veşartin. Wî bi goranî helbest nivîsîne.

Hinek dubeytiyên wî di »Defterî dewrey Baba Serheng«î de hatine parastin. ew di helbesteka xwe de dibêje yarsaniyan:

Serhengî Dewdan, Serhengî Dewdan
Ez ke namman, Serhengî Dewdan
Çenê êr manan, megêlim herdan
Megoşim perê, ayînî kurdan

Yanî:

Serhengê Dewdan, Serhengê Dewdan
Em ku navê me Serhengê Dewdan e
Em li gel yaran li erdan digerin
Têdikoşin ji bo zîndîkirina ayînê kurdan e

Çavkanî: Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.
Amadekirin: Sidqî Hirorî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Edebiyata Goranî Ya Klasîk

Edebiyata Kurdiya Goranî ya nivîskî ya klasîk li herêma Hewramanê û bi taybetî jî li …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *