Biratiya Rovî û Leglegê – Ebdurehîme Mûşî

Carek ji cara rehmet li de û bave guhdara: Hebû tunebû Roviyekî fenek hebû.

Rojekî Rovî ji Legleg’e ra dibe, ez pirr ji te hezdikim, ez di xwazim ku ez û tu em bibin destbiraken hev! Legleg dibe bilabe gelekî baş dibe, ji xwe bi tene jiyan nabe û jiyan jî naye kirin, di be ku heval û hogiren mirova jî hebin. Le ji Legleg’e wetrî we Rovî bi wî re bi rastî biratî ye bike.

Le Legleg nizane ku Roviye fenek we dek û dolaban bîne sere wî. Werhasile kelam herdu dibin destbirake hev. Rojekî Rovî ji Legleg’e ra dibe biraye Legleg, ez dixwazim ku tu sibe bibe mevane min, ez e xwarinekî xweş amade bikim, ez û tu em sibe bihevra xwarine bixwin!

-Legleg dibeje baş e, ser çave min.

Ka em meze bikin Roviye fenek çi tîne sere Leglege

Rovî helîlekî pirr ron çe dike û li heviya Leglege disekine.

-Legleg te. Ew û Rovî li hale hev dipirsin? Rovî ewî xwarina ku çe kirî ye, vala dike ser kevirekî pehn, ji Leglege ra dibe fermo em xwarine bixwin?

-Le Legleg dizane ku ew nikare bi wî awayî li ser kevire pehn û wî xwarina ron bixwe, ji ber ku nikule wî direj e, û bizimana jî nikare ku bidalese! Legleg edî pirr neçar dimîne ji eyba te ser xwarine, hinek nikule xwe li tehte dixe, dibe teqireqa tehte! Eybe, eybe Leglege feqîr qet nikare wî helîla ron bixwe. Le Legleg bi zike birçi şûnda vedikişe!

Rovî dibe biraye Legleg şerm neke xwarine bixwe, te çima nexwar?

-Legleg dibe deste te sax be biraye Rovî min terxwar!

Rovî dibe xwarin xweş bû an jî na?

-Legleg dibe bele pirr xweş bû! Halbikî Leglege qet li çeja xwarine jî neniherî ye.

Rovî bi zimana helîle didalese xwarine dixwe û zike xwe ter dike.

-Le Legleg bi zike birçî li wî temaşe dike. Le rovî bi zanebûn wisa dike û dizane ku nikule Leglege direje û ew nikare ku li ser tehte xwarina ron bi xwe!

Legleg birçî dimîne, le li heyfa xwe digere, di dile xwe de pîlana çe dike, dibe gereka ez viya ji te re nehelim? Îcar Legleg ji rovî re dibe biraye rovî tu sibe bibe mevane min, îcar ez e xwarine bidim te? E ji xwe Rovî jî li tiştek wisa digere. Rovî dibe ser çavan.

Legleg hinekî dehnûyan çe dike, bitaybetî li kevirekî qul digere û kevirekî li gorî daxwaza xwe dibîne û tîne, ew heven ku kelandî ye, vala dike hundure kevir û li hevî ya Rovî ye fenek disekine.

-Rovî te.

Legleg Rovî baş peşwazî dike û ew û rovî li kef û halen hev dipirsin? Dema xwarine te. Legleg xwarina xwe datîne dibeje biraye Rovî fermo em xwarine bixwin, tu ji dûr de hatî niha tu birçî bûye? Vana dest bi xwarine dikin. Le Rovî ye fenek li dora xwarine tere û te, deve wî nageje xwarine ku bixwe, edî diweste. Rovî şûnda dikşe. Le edî fehm dike ku ewî tişta ku aniye sere Leglege, leglege jî ew aniye sere wî, edî dizane ku ji çenda yek e.

Legleg dibe biraye Rovî şerm neke, te çima xwarin nexwar, qe xweş nebû?

-Rovî dibe bele pirr xweş bû ez spasiya te dikim, min ter xwar.

Legleg di dile xwe de bi Rovî dikene û dibe kero tu edî dizane ji çenda yek e? Legleg ji ber ku nikule wî direj e xwarina xwe bi dile xwe dixwe û zike xwe ter dike. Bi vî awayî heyfa xwe ji Rovî ye fenek distîne. Li ser ve yeke edî biratî ya Rovî û Leglege jî bi dawî dibe.

Çîroka mi l’ civata yaran Rehmet li de û bave guhdaran Ji xencî sîxur û ewanan

Çîrok: Gelêrî

Amadekar: Ebdurehîme Mûşî

Şirove: Biratî ya Rovî û Legleg’e wekî biratiya Tirk, Ereb, Faris û Kurda ye: Biratî ya ku Rovî ye fenek bi Legleg’e re dike, ji bo ku wî bixapîne, ked û renca wî bixwe. Ez hevîdar im ku edî gele me biqasî Legleg’e be jî hişyar û guhdarbe! Hetanî roja îro li ser nave biratî ye hemû ked û renca me xwarin û vexwarin. Li wan (h…) û (j…) û (z…) be, înşellah û Rehman…

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply