Tirî: Nîmetek ji nîmetên bihiştê

Tirî,  fêkîyek wusa balkêşe ku, him xurek e, him fêkîye, him qut e, him şîranî ye. Nî’metek ji nî’metê cennetê ye. Di Qur’ana Pîroz de 10 sure û 11 ayetan de derbas dibe.

Di sureya Nehl ayeta 11an de bi vê avê, yanê ava baranê, ji bo we zevîyan, çandinîyan, zeytûnan, xurme û baxê tirî û cûrbecûr sebze û fêkîyan çê dike. Bêguman ji bo qewmekî difikirin re di vê de ayet (ên elametê lutf û îhsana Allah) hene. ‎

Dîsa di sureya Abese ayeta 28an de; ”Ji bo we bi wê avê” rezê tirî û nefel (ket) tête çêkirin. Di vê ayete da jî xuya dike ku, rezê tirî, ji bo însan û nefel jî, ji bo tariş û heywanên we çêkiriye. Ji wî tariş û heyvanan hûn şîr vedixwin, goşt dixwin. Xaliqê Zulcelal, balê dikişine ser van fêkî û dar û beran, wan fêkî û dar û beran ji rehmeta xwera, ji yekîtîya xwera dike delil. Em hemû însan, bi fabrika û teknîkên modern nikarin hebekê tirî çêbikin. Çaxa tiştekî wek heba tirî şêrîn û xweş çêbikin jî, lê belê nikarin dendika hundirê hebê ya ku bi jîyane, wê tovê nikarin têxin hundirê heba tirî. Çaxa were çandin ku cardin mêweyeka rezan derxe holê. Ji bo wê balê dikişine ser fêkîyên xweş ê wek tirî. Di çirpiyekê hişk da pelên kesk derdixe, di nav wan pelandan tirîyê sor, reş, zer, kesk û hemû rengan di wan çirpiyên hişk da derdixe û  guşî û çirtikan pêşkêşî însanan dike.

Tirî; him gidaye, him fêkîye, him şîranîye, him wîtamîne, him mineral e, di hêla antîoksîdanan de fêkîyeke şîfadar e.

Pergala parastinê ya însanan bi hêz dike. Tendiristîya qelb û tamarê însan çê dike. Taybetî ew zar û dendika wî de, di saya resweratîol û potasyumê de, fişara (basinca) xwînê rast dike û xweş dike.

Antîoqsîdan jî, xisara hucreyan te’mîr dike, extîyarî û pîrbûnê hêdî dike.

Mêjîyê însan, bala însan û hafizeya însan qewî dike. Di saya lîfê tirî de hezm û sîndirîmê û şuxilandina rovîyan bihêz çê dike û rê li ber perçifandina zik digre. Nahêle ku însan biperçife. Çavê însan ronî dike, qalsîyum û magnezyûm û potasyûmê tirî hestîyê însan jî diparêze. Ji bo van berjewendîyan, him delîlê Xwedayê û him jî, delîlê wahdanîyet û yekitîya Wî’ye.

Ji bo vê, Rebbê aleme 11 ayetan da balê dikişine ser tirî û vê fêkîya balkêş tîne ziman . 

17.11.2026

Adem MURTEZA

Etîket: nîmet, sernivîs, tirî

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Ehmed Qeya kî ye? 

Yekemîn Berendamê Weşanê ya WordPress 7.2yê weşiya

Çend Xwarinên Mûşê Yên Navdar

Feydeyên Şikirkirinê – Mele Elîyê Şoşikî

Mizgînî! WordPress êdî %100 Bi Kurdîya Kurmancî ye

Şîroveyeke binivîse

NivîskarAdem Murteza
Dîroka weşanê19/11/2026
KategorîNivîsxane
Etîket, ,
Hejmara peyvan399
Dema xwendinê2 deqe xwendin