Tirî fêkîyek wusa balkêşe ku, him xurek e,him fêkîye, him qute, him şîranîye. Nî’metek li nî’met e cennete ye.Di Qur’ana pîroz de 10 sure û 11 ayetan de derbas dibe.
Di sureya nehil ayeta 11an de bi vê avê , yanê ava baranê ,ji bo we zevîyan, çandinîyan, zeytunan, xurme û baxê tirî û cur be cur sebze û fêkîyan çê dike, bê şubhe ê ku diponijin û aqil dikin ra, îbret hene. Ewa fêkîyana delîlê Rebbê aleme û yekîtîya wîne.
Dîsa di sureya Abese ayeta 28an de ;” ji bo we bi wê avê “ rezê tirî û nefel (ket) tête çêkirin. Di vê ayete da jî xuya dike ku , reze tirî, ji bo însan û nefel jî, ji bo tariş û heywanên we çêkirye. Ji wî tariş û heyvanan hun şîr veduxun goşt dixwin. Xaliqê Zülcelal dîqqetê dikişine ser van fêku û dar û beran, wan fêkî û dar û beran ji rehmeta xwera , ji yekîtîya xwera dike delil. Em hemu însan, bi fabrika û teknîkên modern nikarin hebeka tirî çêbikin. Çaxa tiştekî wek heba tirî şêrîn û xaş çêbikin jî, lê belê nikarin dendika hundirê hebê a ku bi jîyane, wê tovê nikarin têxin hundirê heba tirî. Çaxa were çandin ku cardin mêweka rezan derxe holê. Ji bo wê diqqetê dikişine ser fêkîyên xweşê wek tirî. Di şiveka hişkda pelên kesk derdixe, di nava wan pelandan tirîyê ;sor , reş , zer , kesk hemu rengan di wan şivên hişkda derdixe û guşî û çirtik an pêşkêşî însanan dike.
Tirî ;him gidaye, him fêkîye,him şîranîye, him wîtamîne, him mineral e, di hêla antîoksîdanan de fêkîyek şîfadar e. Baxişiqlixa însanan bi hêz dike. Tendiristîya qelb û tamarê însan çê dike. Baxusus ew zar û dendika wî de, di saya RESWERATÎOL û POTASYUMÊ de, basinca xunê rast dike û xweş dike.
Antîoqsîdan jî, xisara hucreyan tamîr dike, Extîyarî û pîrbunê yaweş dike.
Mêjîyê însan, Dîqqeta însan û hafizeya însan qewî dike. Di saya lîfê tiride hezm ê û sîndirîmê û şuxla rêvîyan hêl çê dike û rê li ber perçifandina zik digre. Nahêle ku însan biperçife. Çavê însan ronî dike, qalsîyum û magnezyum û potasyum ê tirî hestîyê însan jî diparêze. Ji bo van berjewendîyan, him delîlê Xwedayê û him jî, delîlê wahdanîyetû yekitîya Wîye
Ji bo vê, Rebê aleme 11 ayetan da bale dikişine ser tirî û vî fêkîya balkêş tîne ziman . 17.11.2026 Adem MURTEZA
Gotara berê: Hunera Xîtabetê
Gotara piştî: Tirî: Nîmetek ji nîmetên bihiştê

