Bakur an Bakûr?

Navê bayê ku ji wê hêlê ve tê ‘bayê kur’ e, loma jê re dibêjin ‘bakur’.
‘kur’ wek ‘kurr‘ tê bilêvkirin. Kûr û kurr dengên wan jî wateyên wan jî cuda ne. Kurr li alîyê Mêrdînê tenê ji bo bayî tê bikaranîn, ew ba jî xurt, tund û bêeman e, dar û beran, avahiyan dide ber xwe car caran. Rengdêr dibe ku bi wê wateyê be. Wekî din ‘kurr’ ji bo ‘por/serî kurr kirin’ê tê bikaranîn û her weha ji girên li serê çîyê yên rût re dibêjin.
Wek rengdêr serbixwe bikaranîna wê ne belav e. Em tenê kanin bikaranînên hene bibêjin, û bidin hev. Di Hawarê de jî bi van awayan hatiye bikaranîn. Mînakên Kovarên Kurdî:

 

Jêder: Koma Facebookê ya Rêzimana Kurdmancî, https://www.facebook.com/groups/rezimana.kurdmanci/

Etîket: bakur, kur, kurr

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Kî Bizewice Kerîz e?

Tarîtî û Ronahî

Bedîuzzeman û Zimanê Dayikê: Nasname, Perwerde û Pirzimanî

Romana Mehmed Uzun a Yekemîn: Tu

Şîroveyekê bihêle