Çûbûm Meqbereya Bajêr

Çûbûm meqberaya bajêr
Çi kesê ku min dît, cuda di xewde bu.

Li tenişta hevdu, biçûk û mezin,
Her kesek di bin lingan da di xewda bû.

Xak li serê wî bû di heriyê de her kes,
Bê xwarin û bê hewa di xewda bû.

Dildar ji evîndar cuda di xewda bû,
Evîndar ji dildar cuda di xewda bû.

Pehlewanek bi wê hemû heybeta xwe,
Bê taqet û bê îddîa di xewda bû.

Ê ku dora wî bi dehan masostiyer bun,
Di bin heriyê de di tecrîdê de di xewda bû.

Zordarê ku mafê me xwaribû,
Miriye, bi nifira me di xewda bû.

Ê ku bi dengê xwe xwe dirand,
Di bin kevrekî de bê deng di xewda bû.

An feqîrekî ku ji birçîna miribû,
Li tenişta dewlemendan di xewda bû.

Ê ku nazdarîya wî li cîhanê zêde bû,
Bê lêf û balîf di xewda bû.

Sojiyam gava ku min dît tacirek,
Li tenişta geda/pênav destvalayekî di xew da bû.

Bi wî hemû mal û milkê xwe ve mixabin,
Weke wî rût û feqîrî di xewda bû

Zalim û mezlûm jî di rêzekê de,
Reyetek li gel kedxuda di xewda bû.

Ê ku temenekî di peydakirina debarê de zor dida xwe,
Bêdeng û bê îştah di xewda bû.

Dost û dijmin hemû di bin xakê de
Nenas li gel nas di xewda bû.

Fermanrewayê ku her tim ferman dida,
Di bin heriyê de bê guhdarî di xewda bû.

Keça ku ji hemûyan dil direvand,
Li tenişta gêrikan di xewda bû.

Ê ku temenekî heq û neheq distand,
Bertîl û malê ribayê di xewda bû.

Cextkar/Dizê ku malê xelkê direvand,
Destvala di şînê de di xewda bû

Loma bi her du destan min li serê xwe xist,
Çünku min dît çi kesê ku di xewda bû.

Li goşeyekî min dît Fehendej jî xerîb,
Di goreke feqîran de di xewda bû.

Amadekar
Reşad Rêşan
Hannover 2026

Etîket: Helbest, Reşad Rêşan

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Xutbeya Weda’ê / Xatirxwestinê

Gotina Yekê: Bismîllah

Heqîqeta Fenabûnê, Sira Beqayê û Tekamûla Ruhê Mirov – “Ya Bâqî Entel Bâqî”

Xutbe | Hesasiyet

DERHEQÊ ZEKATÎ DE

Şîroveyekê bihêle