Signature: 8O8y0ibCbuBSUPzy/OgTyPWIkU5uXcd90OqqoUjWlPUpY9WRH4d1W5E78Tpg6FruovIZLcPQvCoxIVJ2vTcYZCCrT+E/vZvVGmup4XVzF5JMVyizng6eEt47WKpo3B5fvaoqrId0hd3oi3Hk4POgCrWZJKK9QlCYNsuxU5D3zrF89w3t6lfs2QXrd6vHrLWKGjE4aLB91yi7lL6DGkLckA==

Gotina Yekê: Bismîllah

بِسْمِ اللّٰهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحٖيمِ

وَ بِهٖ نَسْتَعٖينُ

اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَمٖينَ   وَ الصَّلَاةُ وَ السَّلَامُ عَلٰى سَيِّدِنَا مُحَمَّدٍ وَ عَلٰى اٰلِهٖ وَ صَحْبِهٖ اَجْمَعٖينَ

Ey Bira! Te çend şîret ji min xwestin. Ji bo ku tu esker î bi numûneyên eskerî va bi heyşt çîrokan va li çend heqîqetan bi nefsa min ra guh bidiyê. Lewra ez nefsa xwe ji herkesî pirtir ji şîretê ra muhtaç dibînim. Heyşt gotinêd ku min pêlekî ji heyşt ayetan girtibûyî, min ji nefsa xwe ra hinekî dirêj gotibû. Niha ez ê bi kurtayî û bi zimanê nexwendiyan va ji nefsa xwe ra bêjim. Kî dixwaze bira pê ra guh bidiyê.

 

GOTINA YEKÊ

Bîsmîllah serê her qenciyê ye. Em jî di serî da dest bi wê dikin. Hey nefsa min tu bizan! Ev gotina pîroz, çawa ku nîşana Îslamê ye, bi zimanê tewşa hemî mewcûdata va wirdê zimanê wan e.

Tu dixwazî bizanî ku bîsmîllah çi hêzeke mezin ê riha nabe ye û çi bereketeke pirr ê dawî lê nayê ye, li vê çîroka nimûnane binêre û guh bidiyê. Wuha ku:

Ji merivê ku di çolê Erebên koçer da digere ra gerek e ku navê serekê qebîlekî bigre û bikeve binê parêztina wî. Ta ku ji şerê şeqî û bedbextan riha bibe û bikare hacatên xwe pêk bîne. Yan na, ewê bi tek serê xwe va li pêşberî dijmin û hacatên xwe yê bêjimar da perîşan bibe. Êdî ji bo gerranekê wuha ra du merif, bal deştê va derdikevin û diçin. Ji wana yekî wî dilnimiz bû. Yê dinê pozbilind bû. Yê dilnimiz

navê serokekî girt. Yê pozbilind negirt. Yê girtî, li her ciyê da bi xweşî va geriya. Li rêbirrekî rast were, dibêje: “Ez bi navê filan serokî, digerim.” Rêbirr jê dûr dikeve, têkil nabe. Bikeve çadirekî, bi wî navî va rûmetê dibîne.

Pozbilindê dinê, di hemî gerana xwe da belayên wusa dikişîne ku, nayên nasandinê. Timî dilerizî, timî parsekî dikir. Hem zelîl, hem rezîl bû.

Êdî hey nefsa min a pozbilind! Tu ew geroka yî. Ev cîhana jî, çolekî ye. Acizî û feqîrtiya te bêhed e. Dijmin û hacatên te bêdawî ne. Êdî ku wusa ye, tu navê Xwedanê ebedî û Dawerê ezelîyê vê deştê bigre. Ta ku, tu ji parsekiya hemî heyîkan û li hemberî her bûyîkan da ji lerzaniyê da riha bibî.

Erê, ev axifta hanê gencînekî wusa pîroz e ku, acizî û feqîriya te ya bêdawî, te bi qudret û rehmeta bêdawî va girê didin. Dergahê Qadirê Rehîm da acizî û feqîriyê digerîne şefaetkarekî meqbûltir.

Erê, yê ku bi vê gotinê tevdigere, dibe mînanê wî merivê ku, li eskeriyê da bend dibe. Bi navê dewletê va tevdigere. Ji tu kesekî ra perwayê wî namîne. Bi navê qanûnê va bi navê dewletê dibêje, her karî dike, li pêşberî her tiştî da deyyax dike.

Me di serî da gotibû ku hemî hebûkan, bi zimanê tewşî va Bîsmîllahê dibêje. Ma wusa ne? Erê, çawa ku tu bibînî tek merivekî hat, hemî merivên bajêr bi zorekiyê va bal ciyekî va ajot û bi zorekiyê va di karan da xebitand. Bêguman tu dizanî ku ew meriva, bi navê xwe û bi hêza xwe va tevnagere. Belkê ewa eskerek e. Bi navê dewletê va tevdigere. Bal zora padîşahekî va xwe dispêre. Werre jî, her tişt, bi navê Xwedayê Bala va tevdigere ku toxim û dendikên wekî hûrçikan, li ser serê xwe da darên girrase hildidin. Barên wekî çiyayî, bilind dikin. Divêk ew e ku her darek, Bismîllahê dibêje, ji meyweyên gencîna rehmetê da destên xwe tijî dike, ji me ra tablevaniyê dike. Her bostanekî bismîllah, dibêje. Ji pêjxana qudretê da dibe qazanekî ku cûre cûre gelek pirr xwiregên cihê yê noşdar, di hundirê wê da bi hev ra tên pijanê. Mînanî her çêlek û deve û pez û bizinekî, jiyandarên pîroz, bismîllahê dibêjin ji rêjana rehmetê da dibe kaniyekî şîr. Ji me ra bi navê Xwedayê riziqdar va xwarinekî naziktir û paqijtirê wekî ava jiyanê pêşkêş dikin. Her gîha navê serokekî girt. Yê pozbilind negirt. Yê girtî, li her ciyê da bi xweşî va geriya. Li rêbirrekî rast were, dibêje: “Ez bi navê filan serokî, digerim.” Rêbirr jê dûr dikeve, têkil nabe. Bikeve çadirekî, bi wî navî va rûmetê dibîne.

Pozbilindê dinê, di hemî gerana xwe da belayên wusa dikişîne ku, nayên nasandinê. Timî dilerizî, timî parsekî dikir. Hem zelîl, hem rezîl bû.

Êdî hey nefsa min a pozbilind! Tu ew geroka yî. Ev cîhana jî, çolekî ye. Acizî û feqîrtiya te bêhed e. Dijmin û hacatên te bêdawî ne. Êdî ku wusa ye, tu navê Xwedanê ebedî û Dawerê ezelîyê vê deştê bigre. Ta ku, tu ji parsekiya hemî heyîkan û li hemberî her bûyîkan da ji lerzaniyê da riha bibî.

Erê, ev axifta hanê gencînekî wusa pîroz e ku, acizî û feqîriya te ya bêdawî, te bi qudret û rehmeta bêdawî va girê didin. Dergahê Qadirê Rehîm da acizî û feqîriyê digerîne şefaetkarekî meqbûltir.

Erê, yê ku bi vê gotinê tevdigere, dibe mînanê wî merivê ku, li eskeriyê da bend dibe. Bi navê dewletê va tevdigere. Ji tu kesekî ra perwayê wî namîne. Bi navê qanûnê va bi navê dewletê dibêje, her karî dike, li pêşberî her tiştî da deyyax dike.

Me di serî da gotibû ku hemî hebûkan, bi zimanê tewşî va Bîsmîllahê dibêje. Ma wusa ne? Erê, çawa ku tu bibînî tek merivekî hat, hemî merivên bajêr bi zorekiyê va bal ciyekî va ajot û bi zorekiyê va di karan da xebitand. Bêguman tu dizanî ku ew meriva, bi navê xwe û bi hêza xwe va tevnagere. Belkê ewa eskerek e. Bi navê dewletê va tevdigere. Bal zora padîşahekî va xwe dispêre. Werre jî, her tişt, bi navê Xwedayê Bala va tevdigere ku toxim û dendikên wekî hûrçikan, li ser serê xwe da darên girrase hildidin. Barên wekî çiyayî, bilind dikin. Divêk ew e ku her darek, Bismîllahê dibêje, ji meyweyên gencîna rehmetê da destên xwe tijî dike, ji me ra tablevaniyê dike. Her bostanekî bismîllah, dibêje. Ji pêjxana qudretê da dibe qazanekî ku cûre cûre gelek pirr xwiregên cihê yê noşdar, di hundirê wê da bi hev ra tên pijanê. Mînanî her çêlek û deve û pez û bizinekî, jiyandarên pîroz, bismîllahê dibêjin ji rêjana rehmetê da dibe kaniyekî şîr. Ji me ra bi navê Xwedayê riziqdar va xwarinekî naziktir û paqijtirê wekî ava jiyanê pêşkêş dikin. Her gîha û darekî û kok û rehên gîhayan ên nermê wekî hevirmêşê, bismîllahê dibêjin; kevir û xweliya hişk qul dikin, tê ra derbaz dibin. Bi navê Xwedê û bi navê Rehman dibêjin, her tişt jê ra serbend dibe. Erê, mînanî belavbûn û meywedayîna çiqilan di hewayê da; bi kemala hêsaniyê va belavbûna kokên di wî kevir û wê xweliya hişk da û di bin xweliyê da êmîşdayîna wan, hem li hemberê zoraniya germê da bi mehan va termayîna pelên nazik û hêşîn, li devê xweristperestan da bi zoranî şîmaq lê dixîne, tiliya xwe dixiste çavê wî yê korbûyî û dibêje ku, hişkî û germiya pirtirbûyî bawer dibê jî, di bin fermanê da tevdigere ku ewan tamarên nerm ên wekî hevirmêşê, wekî yek çoyê Musa, ji fermana   فَقُلْنَا اضْرِبْ بِعَصَاكَ الْحَجَرَ  yê ra serfirûyê dike û keviran diqelişîne û ewan pelên ziravên nazikê mînanê kaxidê cixarê, wekî yek leşên Îbahîm (x.l) li ber germa agirpejan da ayeta يَا نَارُ كُونٖى بَرْدًا وَ سَلَامًا   dixwînin.

Êdî ku her tişt bi awayê devikî va bismîllah dibêje. Bi navê Xweda va nîmetên Xwedê tînin didin me. Gerekî em jî bismîllahê bibêjin. Bi navê Xwedê va bidin, bi navê Xwedê va bigrin. Wekî werre ye, gerekî em jî, mirovên gêjî ku bi navê Xwedê va nadin, negrin.

   Pirs: Em ji merivan di ciyê tablevan dayî ra bihakî didin. Gelo Xwedayê ku xwediyê malî û pertalîyê hêmaneyî ye, çi bihayî dixwaze?

   Berpirs: Erê, bihayê ku ew Nîmetdayê Heqîqî, di şûna wan nîmetên hêja da ji me dixwazeyê, sê tişt in: Yekê wê, zikr e. Yekê wê, şukr e. Yekê wê, fikr e. Di serî da bismîllah, zikr e. Di dawiyê da elhamdulîllah, şukr e. Di navberê da huşana ku van nîmetên hêjayê xarîqepîşeyê mucîzeya qudret û yadigara rehmeta Ehedê Semed in û zanîna wê yekê, fikr e. Ramûsana lingê merivekê parsek ê ku yadîgarekê hêjayê padîşahekî ji te ra aniye û nenaskirina xwediyê yadîgarê, çi guneh guhnedetî be, wusa jî, pesinandin û hezkirina ji qencîkarên xuyakiyê û bîrvakirina qencîkarê bingehî, hezar carî, ji wê yekê pirtir, guhendetî ye.

Hey nefs! Tu wuha guhendebûnê naxwazî, bi navê Xweda va bide; bi navê Xwedê va bigre; bi navê Xwedê va dest bavêjê bi navê Xwedê va bixebite! Wesselam.

Bedîûzzaman Seîdê Kurdî

Koma Gotina-Zehra Yayincilik

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *