Min bihîstiye dilê te da evînek şîn daye,
wek darê agirê sobê da dişewite,
girç û girça dilê te ye.
Wek perperokê dora agir difire,
bi kelecana dil.
Dibêjin bi hezkiriyê xwe gelek
şanaz û serbilindî.
Dibêjin hezkirin di dilê te da cî nagire,
ji dilê te dertê û dibe gotin û helbest,
diweşe ser rûpelan.
Dibêjin te gotiye:
“Tu wextê ev dil evqas şanaz û bextewar nebûye
û ji bayê evînê
serxweş û gêj bûyî.”
Dibêjin demsalên evîna te
dibe her rengê xwezayê,
dirêje ser rûyê ezman.
Dibêjin can hatiye rih û dilê te,
te gotiye: “Ez im
zindî ne mirî.”
Lê hêvî şikest,
hezkirinek bû bidawî,
hevaltiyek xilas,
bîranîn firîn çû,
û deriyê dilekî hat girtin.
Dilîn Avîn
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…