Dinya bi dor e, ne bi zor e

Wek mezinan digot, “Dinya bi dor e, ne bi zor e. Zor nikare dewsa dorê bigire.”

Gotineke pirr kûr e. Ev gotin ne tenê li ser dor û dorgeriyê ye, lê belê li ser felsefeya jiyanê, edaletê û sînorên hêzê ye. ​Dinya mîna çerxekê ye. Her tişt di guherînê de ye.

Îro tu li jor bî, dibe ku sibê tu li jêr bî. Dewlemendî, feqîrî, serkeftin û şikestin… Tu tişt li destê mirov heram nabe. Ev beşê gotinê mirov hînî dilnizmiyê dike da ku gava mirov bi hêz be, ji bîr neke ku ew ê roj bibe şev.

Zor û zilm dibe ku di demekê de encamê bide, lê ew encam ne mayînde ye. Hêza fîzîkî an jî zora zilmê nikare qanûnên xwezayê û herikîna demê bisekinîne. Kesên ku baweriya xwe tenê bi zorê tînin, gava dora wan bê, bi tenê dimînin.

Yanî her tiştekî wextê xwe heye. Tu bi zorê nikarî beriya wextê xwe bigihêjî armancekî yan jî pêşî li qedera ku di dorê de ye bigirî. Hêz nikare qanûna edaletê ya gerdûnê biguherîne..

Ersîn Tek

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Li gorî Bediuzzaman: Hişmendiya Miletbûnê

Li gorî Seîdê Kurdî di şiyarbûna Kurdan de qonaxek girîng şiyarbûna di hişmendiya miletbûnê de …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *