Ji bo Pantolonê Kot Kevin Nebin Divê Em Çawa Bişon?

  • Germahiya şuştinê: Herî baş ava sar an 30°C ye (20-30°C). 40°C car caran tê qebûlkirin lê reng dişkîne û dibe ku biçûk bibe. Germahiya bilind (95°C) tenê ji bo biçûkkirinê ye, lê reng xera dike – bi baldarî!
  • Çend caran bişon?: Ne her carê; 5-10 caran li xwe kirinê carekê (ger qirêj an bêhn hebe). Di navberê de li hewayê bihêle an di sarincokê de bihêle (ji bo bêhnê baş e).
  • Çawa bişon?: Berovajî bike û têxin makînê. Programê nazik hilbijêre. Deterjana rengparêz bikar bîne. Nermkirin (yumuşatıcı) bi gelemperî baş e (mîqdara li etîketê), bêhna xweş dide lê hin kes dibêjin dibe ku kotan sist bike.
  • Zuwa kirin: Makîneya zuwakirinê germahiya kêm bikar bîne lê herî baş xwezayî zuwa bike (berovajî daleqîne an rast deynî erdê). Germahiya zêde dibe ku biçûk bike û reng winda bike.
  • Rengê wê biparêze: Berovajî bişo, avê sar de bişo, yêntarî û ronî cuda bişo. Berî ûtûkirinê hinekî şil bihêle.
  • Rengê wê yê çilmisî zindî bike: Bi kotekî nû re bişo, hinekî reng diguhere û zindî dibe.
  • Ji bo tengkirinê: 95°C bişo (biçûk dibe) lê reng dişkîne – bi baldarî!
  • Ji bo teng û xweş xuya bike: Kotên bi likra (stretch) laşê baş digire û xweştir nîşan dide. Dema dikirî mezin negire, ji ber ku dibe hêdî hêdî fireh bibe.
  • Dema kirînê bala xwe bidî: Mutleqa li xwe bike, rûne/çem bibe (ger ne rehet be nekire). Ceberên alî kûr bin kontrol bike, yên pêş hinekî kurt bin baş e. Ger kemberê bikar tînî kembera xwe jî bibî (ji ber ku cihê kemberê ne yek e dê baş bibê). Modelên cuda bidin ber hev wiha bikirin.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Jinên ducanî ji bêhna hertiştî çima me’dê xwe hevdikeve?

Sedema sereke ya gêjîbûn û vereşîna jinên ducanî ji bêhnan ev e: guhertinên hormonan û …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *