Xutbe | Hewa Meha Remezanê

Dîrok: 13.02.2026

Gelî Musulmana!
Va ye siya meha rehmet û mexfîretê meha Remezanê bi ser me da dîsan hat. Pêncşemî ya bê emê bigîhîjin roj a ewilê meha pîroz. Meha Remezanê, bi Qur’an a Pîroz va tê, çawa ku Heq Te’ala difermê: “Meha Remezanê; ew meha ye ku têda Qur’an hatiye daxistinê da ku bibe rêberê hîdayetê û delîlên ronak ên ku rastiyê û nerastiyê ji hev vediqetînin.” (1) Belê, Qur’an a Pîroz rêberê jiyana me ye, rêya me ronî dike; hesreta dilan, dermanê derdan e. Qur’an, rûmet e bona me, me ji xirawiyan diparêze, bi exlaqê xwe me şîrin dike, bi comerdiya xwe ji me ra ‘îzzet û îkram dike, bi mehderiya xwe me dixe bihiştê.

Gelî Musulmana!
Meha Pîroz, bi rojiyê va tê nav me. Rojî; ji laşê me ra tenduristiyê, ji rihê me ra aramê û ji malê me ra hedarê tîne. Rojî; me terbiye dike, nêzîngî riza Xweda dike; dilê me ji qirêja gunehan paqij dike, me digîhîne teqwatiyê. Xweda yê jorîn li ser vê hindê ewha difermê: “Gelî îmandaran! Rojî çawa li ser wanê beriya we ferzbû her weha li ser we jî ferz e; da ku hûn bibin xwedan teqwa.” (2)

Gelî Musulmana!
Remezan, bi bereketa xwe va tê; yekrêzî û yekdestiyê û biratiyê û alîkariyê tîne bîra meriv. Meha pîroz Meha Remezanê; me bi sêwî û zengîn û xizananên me va; bi ter û canên me va, bi kal û pîr û piçûkên me va digerîne ummetek. Me bi lêzim û xismên me ra, bi cîran û hewcedarên me ra dixe hemhal; navbera me da hezkirin û dostaniyê xurt dike. Cenabê Pêxember di hedîskî xwe da difermê: “Ji hev u din nexeyidin, pişta xwe bi hev da nekin, ji hev û din danegrin, çavnebariya hev nekin. Hey bendeyên Xweda! Ji hev ra bibin bira.” (3)

Gelî Musulmana!
Remezan, bi bereketa xwe va ji me ra tê; bi paşîv û bi şevnemêjan va nûranî dibin sehergahên me; bi xitmên nava royê da tên xwandinê dilê me haş dibin; bi wan sifreyê fitarê va ku kana hogirî û yarîniyê ne malên me, bi wan nimêjê Terawîhan va ku bi zar û zêçê xwe va bi kêf û coşekî dikin pê mizgevtê me şên dibin; bi wan sedeqe û fitre û zikatên ku ji keda xwe ya helal didin pê destbiratiya xwe zexm dikin.

Gelî Musulmana!
Her du meheyê Receb û Şe’banê bi şevê xwe yê Rexaîbê û Mî’racê û Beraetê va çawa em bona Remezanê amade kirin gotî em jî malê xwe, karxaneyê xwe, mizgevtê xwe û kuçe û kolanê xwe ji Meha Remezanê ra amade bikin. Deriyê xêrê heyanî ser piştê vekin, dilê xwe nêzîngî hevkin. Rengê peyamê xwedayi yên Qur’anê li jiyana xwe bidin. Ev meh a pîroza hana ku serê wê rehmet, nava wê mexfîret e û dawiya wê azadiya ji ‘ezabê cehenemê ye xwe bi hîkmetê wê va hemhalkin.
Bi vê minasebetê va ji niha da Meha Remezanê li me tevan pîrozbe. Xutba xwe bi vê fermûdeya Cenabê Pêxember bi dawî tînim ku kerem dike: “Meha Pîroz Meha Remezanê wa ye hat. Xweda yê jorîn di vê mehê da girtina rojiyê li we ferz kiriye. Vê mehê da deriyê bihiştê vedibin, deriyê cehenemê tên kîpkirin…” (4)


1.Beqere, 2/185.
2.Beqere, 2/183.
3.Tirmizî, Bîrr we Sîle, 24.
4.Nesaî, Siyam, 5.

Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe I Cejna/Eydiya Qurbanan

Dîrok: 27.05.2026 Gelî Musulmana! Va em dîsan gîhîştin cejneka qurbanan, dilê me tijî bî kêf …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *