Helbest | Banga Yarê

Di êşê de ma me yarê de wer canê xweş bikî
Gul û sosin lihev rabûn çiya bê te ne xakî
Hezar hêvî li ser hev kim li gerdûnê belav kî
Ne bes êdî evî cana ji bo te pirr neçakî

Ger bi salan ji eşqa te gelek cara bi bang kî
Bi mêrxasî hola şerê ala evînê l’ba kî
Kibar canê xemrevîn bi xemla şêrîn mi şa kî
Çi dem jîyan borî bê te de wer canê min sax kî

Şevên tarî li min rabûn da ku dilêm bi dax kî
Ax û nalîn li min arî da ku nigêm bi bax kî
Vîn û sepala te yarê canê min belav dikî
Bighê bi naz û delalî canê rehrew xelat kî

✒️ Mamoste Seyîdxan
20.12.2025

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Rojekî Dilê Xemgîn

Min bihîstiye dilê te da evînek şîn daye, wek darê agirê sobê da dişewite, girç …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *