Pirtûka ‘Xelîl Xeyalî Modan: Kurdekî Sade û Xwende’ çap bû

Pirtûka Dr. Mesut Arslan a bi navê “Xelîl Xeyalî Modan: Kurdekî Sade û Xwende” ji Weşanxaneya Nûbiharê derket.

Pirtûk 246 rûpel e û balê dikişîne ser jiyan, berhem, fikriyat û têkiliyên rewşenbîrê Kurd Xelîl Xeyalî Modan.

Nivîskar armanca pirtûkê wekî nasandina rewşenbîrê Kurd Xelîl Xeyalî pênase dike. Ji ber ku jiyan, berhem û hizrên Xelîl Xeyalî ji bo dîroka Kurdan a sedsala 20î girîng in. Nivîsên wî yên li ser ziman, dîrok, wêje û civaka Kurdî, û herwiha çalakiyên komeleyên ku ew endamê wan bû, ji bo dîroka ronakbîriya Kurdan hêja ne. Ji ber ku ji Meşrûtiyeta Duyem (1908) heta dawiya Osmanî (1923), ji bo Kurdiya nivîskî, modernîzma Kurdan, destpêka edebiyata Kurdî ya modern û avakirina nasnameya neteweyî serdemeke rengîn û berhemdar e. Wekî mekan jî navenda vê serdemê Stenbol e. Xelîl Xeyalî wî çaxî li Stenbolê ye û di navenda vê serdemê de ye ku jê re “Qonaxa Stenbolê” tê gotin. Loma naskirina Xelîl Xeyalî herwiha fêmkirina vê serdemê ye jî.

Xelîl Xeyalî Modan (1864-1946), di serdema Osmanî de yek ji rewşenbîrên Kurd e. Ew zimannas, nivîskar û wergêr e. Wî, di salên navbera 1908-1914an de, di weşanên Kurd Te‘avun ve Terakkî Gazetesi, Rojî Kurd û Hetawî Kurdê de bi Kurmanciyeke zelal fikrên xwe nivîsandiye. Piştî Herba Cîhanê jî kovara Jînê ava kiriye.Herwihawî, ji komeleyên wekî Kurd Te‘avun ve Terakkî, Kurd Neşr-i Ma‘arif û Hêvî re pêşengî kiriye û bi vî rengî bandoreke mezin li kesayetên serdema xwe kiriye:Seîdê Kurdî ew ji bo xîreta millî nimûne nîşan daye,Ekrem Cemîlpaşa ji bo wî “mamosteyê Kurdîtiyê” gotiye,Li gorî Mehmed Mîhrî ew “yekane zimannas û edîbê muhteremê Kurdan” e, Qedrî Cemîlpaşa heyranê wî ye, Mûsa Anter di çavên wî de eşqa welat dîtiye, Fuad Temo helbestek li ser wî gotiye, Hemzeyê Miksî di nav helbesteke xwe de ew û Hacî Qadirê Koyî (m. 1897) hekîmê birînên civakî yên Kurdan îlan kiriye.

Ev pirtûka Mesut Arslan,li ser Xelîl Xeyalî monografiyek e. Monografî, ew xebat in ku bi kûrahî li ser yek tiştî, yek kesî ango yek mijarê disekinin. Ev pirtûk jî wekî xebateke biyografîk dixwaze mijara xwe Xelîl Xeyalî ji her alî ve vekole: Xelîl Xeyalî kî ye, ji kû ye, malbata wî kî ye, li kû xwendiye, li kîjan bajaran karmendî kiriye, kengî hatiye Stenbolê, çima ji Stenbolê hatiye dûrxistin, bandoreke çawa li ser civata Kurd a li Stenbolê kiriye, kengî miriye, keça wî Naciye Modan kî ye, neviyê wî Cuneyd Modan kî ye; wî li kîjan komeleyan kar kiriye, di kîjan kovar û rojnameyan de nivîsiye, di van nivîsan de mijarên sereke çi bûn, bi kîjan rewşenbîrên Kurd re têkiliyên wî hebûn, ew bi kê re ketiye nîqaşê, wî pesnê kê daye, kî rexne kiriye, çi berhemên wî hene, kîjan berhemên wî li ber dest in kîjan winda ne, aliyê wî yê wergêriyê çawa ye; dostên wî kî bûn, dostaniya wî ya bi Mehmed Akîf Ersoy re çawa bandor li jiyana wî kir; li bersiva van digere.

Lêkolîner Mesut Arslan, di nav pirtûkê de derbarê Xelîl Xeyalî de gelek wêne û belgeyên nû weşandine. Bo nimûne, cuzdana teqawîdbûnê ya Xelîl Xeyalî ku ji sala 1942yan maye, cara ewil di pirtûkê de hatiye weşandin ku li ser cuzdanê wêneyê Xelîl Xeyalî yê rastîn jî heye. Mesut Arslan,herwiha sê nivîs û sê wergerên Xelîl Xeyalî jî wekî metnên xwendinê li dawiya pirtûkê zêde kirine. Bi vî rengî xwestiye ku Xelîl Xeyalî baştir bê naskirin û têgihîştin.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *