Dîrok: 03.10.2025

Gelî Musulmana!
Sala pêncê hîcretê bû. Şirîghebînên (mûşrîkên) ku li Bedrê têkşikestibûn û li Ûhûdê negîhîştibûn daxwaziya xwe, sewa musulmanan qirrkin, İslamê ji navê bibin, ketibûn nav amadebaşîkî da bona êrişkî mezinbînin ser Medînê da. Gava Cenabê Pêxember pê hesiya bi yaranê xwe ra şêwirî û biryar da ewê li dora Medînê xendek were vedanê. Di hengamê vedana xendekê da musulman rastî zinarkî hatin. Cenabê Pêxember hat rahişt valyoz û li zinêr da, ji alîkî va zinar hûr dikir ji alîkî va jî mizgîniya xêrê dida musulmanan biweku welatê Kîsra û Roman û bajarê Sen’ayê ewê werin standinê.[1] Piştî berxwedankî bi zehmet, bi lutf û kerema Heq Te’ala û bi ‘ezm û xîreta îmandaran va dijmin têkşikest.
Gelî Musulmana!
Roja me ya îro da berxwedaneka fenanî cenga Ûhûdê niha li Xezzê diqewime. Doho zalim hebûn li Qasidê Xweda û li yaranê wî zulim dikirin; îro jî mêrkuj hene li ber çavê cîhanê bi heqnenasî li Xezzê, xelkê bêguneh bi komkojiyan va derbas dikin. Li Xezzê mizgevt û ‘ibadetxane û medrese û dibistan û nexweşxane tên bombebarankirin; Bes ne tenê bajarkî bi tenê, belkî dixwazin şaristanîkî (medeniyetkî) ji holê rakin. Rojnamevan, wezîfedarê alîkariyê û xebatkarê tenduristiyê bi neheqî tên kuştin.
Gelî Musulmana!
Tevî ew hinde pirsgirêkan jî dîsan hema çend musulmanên bixîret (mûcahîd), mînanî ya li Medînê xendekên ku kolandine têda bi girdanîkî bêhempa berxwedidin. Çawa ku Qur’an a Kerîm difermê:“Hin kesan ji wan ra gotin: ‘Xelkê li hemberî we leşker dane hev, hay ji xwe hebin’ wê gotinê îmana wan xurt kir û bersiva wan dan gotin: ‘Xweda besî me ye, ew qewîqenc yar e.”[2]zehfbûna dijmin û xurtbûna derfetên(îmkan) teknîkî teslîmiyeta wan a ji Xweda ra zêdetir dike. Ayeta hanê ku difermê;“Ji îmandaran peyayên wer hene pabendî wê ‘ehd û bestê ne ku dane Xwedê. Hinan, ‘ehda xwe bi cîh anîn û şehîdbûn; hin jî li bendê ne şehîdkevin. Wan ‘ehd û besta xwe neguherandine”[3]tu dibê qey di termê wan da rabûye ser xwe. Ew îmandarên ji rê ya rast averê nebin û li pêşberî zehmetiyan xwe rabigrin;Heq Te’ala wan bêxwedî û bêhewarnahêle,وَلَيَنْصُرَنَّ اللّٰهُ مَنْ يَنْصُرُهُ“Kesê piştgîrê dînê Xweda bin, Xwedê her dê di hewara wan da bê.”[4]
Gelî Musulmana!
Musulman, kînga bûn peyrewê banga Xwedê û Qasidê wî, dilê xwe ji hev ra vekirin, bi yekrêzî tevgeriyan, ha wê hingê hemî zehmetî serva hanîn. Kînga bi hev ketin, nebûn hemderdê hev û din, di ‘îlmê da, teknîkê da para man, wê hingê jî qels bûn, ji zorê da ketin, zordestan bi bêperwatî xirawî kirin. Xwedayê Jorîn li ser vê mijarê me ewha agahdar dike: “Bi ya Xwedê û bi ya Qasidê wî bikin, bi hev nekevin, paşê hûnê qels bin, zora we bişkê û dewleta we ji destê we here.”[5]
Wekî wer e Gelî Musulmana!
Wekî her caran îro jî emê li aliyê heqdaran bin. Cudatiya mezheb û meşreban bidin alîkî û yekrêzî û yekdestiya xwe xurtkin. Hessasiyeta ummetperweriyê û biratiya ayinî (dînî) zexmkin. Li hemberî kesê diqaqicin yekrêziya me hilweşînin hişyarbin. Bibin destgîrê çalakiyên dibin nîşana piştgîriya mezlûman. Ji bîr nekin ku Xezze bona hemî beşeriyetê ezmûn û îmtîhana exlaq û wîcdanê ye. Yan wek însanan destê xwe dixin destê hev da û bi yekdilî vê ezmûnê da biserdikevin yan jî emê hemû têk bişkên.
Dixwazim hutba xwe bi wî du’ayê Cenabê Pêxember di cenga Ûhûdê da pê du’akirî biqedînim:“Ey Xwedayê Qur’an a Kerîm te daxistî û hîsaban zû dibînî! Wan komên zulimkar wajigûnke, perîşanke, Xwedaya!”[6]

[1] Nesaî, Cîhad, 42.
[2] Alê‘İmran, 3/173.
[3] Ehzab, 33/23.
[4] Hecc, 22/40.
[5] Enfal, 8/46.
[6] Bûxarî, Tewhîd, 34.
Seyda Mela ‘Ebdûsselamê ŞADİ
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…