
Xwezîka serê sibê ji xew şiyar bûma
Mîna berê biçûk bûma
Li perê rasta gund di nava lîskê de bûma
Li nav dehl û rezên gundiya dizê hinar û gwîza bûma
Xweska serê sibê ji xew şiyarbûma
Tev zarokan li dora bûka baranê
Li serê gir li hewşa mekan û ziyaretê
Li ser legana sawarê de bûma
Bila xwezîka min bilîsta bi goka kevirî
Ez û hevalên xwe li dûv kereng û pîvonga
Bigeriyana ha li vî girî ha li wî girî
û qe ji bo wê demê min îro nedaba girî
Bila carek din li pişt xaniyan
Me bilîsta bi dar û qîtkê
Û bera me daya Hec izetê Hec Hefsê
Em ji ber cardin bireviyana
Wî li me bida bi kuç û kevira
Ji bo hilmek wê demê
Bila feda be ji sed salê hatinê
Şoreş Xursî
Gotara berê: Çima hinek zarok dereng diaxifin?
Gotara piştî: Urartu: Qralîyeteke li paş çiyayên efsûnî
Gotarên Têkildar
Zorabê Hêtîm Ber bi Zorab Efendî ve
Taybetmendiyên Strukturî, Dîrokî û Estetîkî yên Muzîka Kurdî
Xelîfe Yusuf di “Manzum Takrîz”ê de Dibêje: “Ilim tenê bi Erebî nîne”

