Ez heyranê kilam û kurmancîya Semsûrê, Rihayê, Sirûcê, Mereşê, Sêwasê, kurdên Anadoliyê me.
Ji guhdarîkirina kilamên wan, meqamê kilamên wan têr nabim. Pir ji dil û bi dilşewat dibêjin. Kilamên wan dilşewat in, bi mişt, hesret û keder in. Kurmancîya wan otokton e, xalis muxlîs e, dejenere nebûye, gelek peyvên li herêmeke din a Kurdistanê nemane hene. Sitranên tu herêmeke Kurdistanê bi qasî sitranên herêma Ferêt, Semsûrê, Mereşê, Sêwasê, kurdên Anadoloyê ne dilşewat in. Bi min wisa tê.
Kurdên Semsûrê, Anadoliyê pir ji dil, ji kezebê dibêjin. Ez heyranê kilamên kurdên Konyayê û berferatîya me. Di kilamekê da dibêje, ”Yî bi dilî xwe nezewice mirin jê ra zêrê zer e.” Kilam a kê ye nizanim, gelek kes dibêjin. Lê tu kes bi qasî kurdên Konyayê û kurdên Semsûrê xweş nabêjin.
Min vîdeoya kilamê bi dest xist. Gotinên kilamê, sitranê li jêr e:
Oy oy etê, oy oy etê
keçka rindê dilê min ketê
Berî malê we mermer e
tu di ser ra here were
yî kî bi dilê xwe nezewice
ne ji ometa Mihemed e
Yî kî bi dilê xwe nezewice
mirin jê ra zêrî zer e
Oy oy etê, oy oy etê
keçka rinda dilê min ketê
rinda min dane lawê metê
Serê biskan li piştê ketê
şevên reş in ditirsime
zivistane diqeflime
yîkî di nabêra dilî me keve
serê dil xençer lê keve
Oy oy etê, oy oy etê
keçka rinda, dilê min ketê
rinda min dane lawê metê
serê dil xençer lêketê
*Etê, hekê, wek xîtabeke qedirgirtinê ji xweha mezin ra ya jî ji kesa meriv wê wek xweha xwe ya mezin dibîne ra tê gotin.
Lê li herêma Ferêt û di nav kurdên Konyayê da ji diya xwe ra, ji dayikê ra dibêjin etê.
Zinarê Xemo
Jêgirtin: https://zinarexamo.blogspot.com/2025/06/oy-oy-ete.html
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…