Kovara Nûbiharê bi hejmara nû derket pêş xwînerên xwe

Hejmara kovara Nûbiharê ya 171an derket, di vê hejmarê de mijarên cûrbecûr hene. Di nav vê hejmarê de hevpeyvîn, dîrok, nirxandin û gelek helbest hatine weşandin.

Rohat Alakom di vê jimarê de behsa wêneyên Joseph de Baye, yê ku li Qaxizmanê kişandine kiriye.
Arkelogê Frensî Joseph de Baye di dawiya sedsala 19an, di serê sedsala 20an de gelek caran çûye Rûsya û Qefqasyayê. Dema diçe herêma Qefqasyayê, diçe Tiflîs, Rewan, Agirî û Qersê jî. Pirçandiya wan, kincên wan deran bala wî dikişîne. Fotografan dikişîne, dibe Fransayê. Hinekan diweşîne jî. Rohat Alakom wêneyên ku li Qaxizmanê kişandine, di vê jimarê de dane.

Li dinyayê gelek şairan gul kirine mijara helbestên xwe.
Gelek şairan temamî li ser gulê helbesta xwe ava kirine. Ji wan şi’ran re Gulname dibêjin. Yek ji wan şairên me jî Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî ye ku Gulnama wî gelek meşhûr e. M. Zahir Ertekin di vê jimarê de Analîzek li dor Gulnameya Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî nivîsiye.
Ayhan Geverî di nivîsa xwe de, di çarçova nêrîna Melayê Cizîrî de ‘Aşiq, Maşûq û Reqîb îzah kiriye. Wekî din Geverî, li ser Mela Feyselê Taş jî nivîsiye. Mela Feysel ji gundê Dadînan yê Vartoyê bû û îsal wefat kir.

Mele Mihemedê Kêrsî di nivîsa xwe de, behsa Dubaskîtiya medresên Kurdan kiriye. Yanê pevrebûna ilmê medresê û terîqetê kiriye mijara nivîsa xwe.
Gulpik gundekî Hîzanê ye. Herî kêm 100 sal berê kesekî bi navê Mela Emer li vir jiyaye. Bi henek û laqirdiyên xwe nav daye. Bedirxan Epözdemir jî di vê jimarê de li ser vê taybetiya Mela Emer sekiniye û ji wan pêkenînên wî nimûne dane.
Salih Kevirbirî di nivîsa xwe de dixwaze bala me bikşîne ser Kurdên Qefqasyayê ku di dema xwe de xizmetên bêhemta kirine.

Abdullah Încekan di vê jimarê de ji Dîwana Goethe beşa Hîkmetnameyê ji Almanî wergerandiye Kurmancî.
Evîn Şikakiyê jî li ser helbestkara hêja Diya Ciwan nivîsiye. Diya Ciwan di 26ê Sibata 2025an de wefat kir. Li pey xwe şop û zimanek paqij û gelek berhem hîştin.

Hepveyvîna vê jimarê jî Nihad Gültekin bi dengbêja jin Dîlbera Wekîl re kiriye.
Wekî din bi nivîs û çîrokên xwe ev kes hene: Ahmedê Hepo, Sabri Akbel, Ebru Yılmaz, Mela Omerê Tetwanî, Ozan Serhedî, Yılmaz Elagöz, Amîne Pîrozxan, Mehdî Ritamî, Ayşegul Kızılkaya, Walter Benjamin, Dilazad A.R.T., Ferhat Çiftçi, Sadullahê Misircî û Abdulkadir Gök.
Şairên vê jimarê jî wisa rêz bûne: Rojen Barnas, Berken Bereh, Mewlana Celaleddînê Romî, Melih Cevdet Anday, Sidîq Gorîcan, Mihemed Elî Bayram, Xewneroj, Zeynep Şemdinoğlu, Qedrî Sipranî, Mustafa Ertaş, Xortê Nazik, Burhan Tuz, Ayşegul Kızılkaya, Salih Kevirbirî, Umêd Qerenî, Asyah Goyî, Reyhan Sarhan û Mustafa Işık.
Heta jimara din bi xatirê we.

SÜLEYMAN ÇEVİK

NAVEROK

Bi wêneyên Joseph de Baye Pirçandiya li Qaxizmanê / Rohat Alakom
Ew çi ne dibirisin?… / Rojen Barnas
Bêdengî / Berken Bereh
Analîzek li dor Gulnameya Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî / M. Zahir Ertekin
Ey sebra dilê canî… / Mewlana Celaleddînê Romî / Ji Farisî: Hayrullah Acar
Di Nêrîna Melayê Cizîrî de ‘Aşiq û Maşûq û Reqîb / Ayhan Geverî
Medreseya Kurd û Dubaskîtî / Mele Mihemedê Kêrsî
Dara riheta wê reviye / Melih Cevdet Anday / Ji Tirkî: Şahin Eroğlu
Hîkmetname Kitêba Wecîzeyan / J.W. von Goethe / Ji Almanî: Abdullah Încekan
Têkiliyên bi Kurdên Qefqasê re divê yekpare û xurt bin / Salih Kevirbirî
Deh Haîkuyên Adarê / Sidîq Gorîcan
Nimûneyeke balkêş di edebiyata Kurdî ya pêkenînê de: Mela Emerê Gulpikî / Bedirxan Epözdemir
Helbestek Bêmirûz / Mihemed Elî Bayram
Gulîzer / Ahmedê Hepo
Tayê poşmaniyê ye / Xewneroj
Dayika Dilşewitî û Xewna Şêrîn / Sabri Akbel
Çend Haîkuyên Biharîn / Zeynep Şemdinoğlu
Jiyan lêgerîn û têgerîn e di bin vê gumbedşînê de / Qedrî Sipranî
Diya Ciwan çawa helbest mîna zarokekî xwe mezin kir? / Evîn Şikakî
Tu niqûtî ser kaxizê / Ebru Yılmaz
Operetek Azad / Mustafa Ertaş
Xatireyek li ser Mescheda Almanyayê / Mela Omerê Tetwanî
Çinarekî Welat Seydayê Xelatî / Ozan Serhedî
Bedewya Te Xortê Nazik / Xortê Nazik
Dara Bêmirazê / Yılmaz Elagöz
Dîlbera Wekîl: Gundê me, gundê dengbêjiyê ye / Hevpeyvîn: Nihad Gültekin
Sittîmercan / Berhevkar: Amîne Pîrozxan
Serma / Mehdî Ritamî
Sêpêya li Ser Lotusê / Ayşegul Kızılkaya
Straneke nîvçe / /Burhan Tuz
Di 13 tezan de teknîkên nivîskariyê / Walter Benjamin / Ji Almanî: Abdullah Încekan
Dayika min/ Ayşegul Kızılkaya
Hestên Kesk Salih Kevirbirî
Li pey şopa lixwegerîneke taybet / Dilazad A.R.T.
Şev / Umêd Qerenî
Xwendinek li ser Helbesta Cîhan Roj Barana Hûr / Ferhat Çiftçi
Bêĵe bila Asyah Goyî
Li pey Seydayê Mela Feysel / Ayhan Geverî
Çivîk û Ez / Sadullahê Misircî
Selahedînê Eyûbî û Kurê Mîrê Amêdiyê / Abdulkadir Gök
Guldesteyek Helbest / Reyhan Sarhan
Jana xweşik / Mustafa Işık

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Kovareke Nû ya Wêjeyî: “Vîn” Dest bi Weşanê Dike

Di qada weşangeriya kurdî de kovarên dîjîtal bi bîhneke nû geş dibin. Kovara bi navê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *