Malbat: Warê Bawerî û Duristî û Bilbêşiyê ye

Dîrok: 16.05.2025

Gelî Musulmana!

Yek ji mezintirînê nîmetê ku Xweda yê Mîhreban daye me, famîle ye. Famîle; hêlînek e duristiyê û baweriyê ye bi destê mêr û jinkî ku mahra wan li hev dirisime, bi emrê Xwedê û bi sûnneta Pêxember tê sazkirinê, bi zarûyan va bi bereket dibe, bi dapîr û bavpîr û bi neviyan va mezin dibe. Famîle; çawa ayeta hanê difermê; “Yek ji nîşanê (hebûna) Xweda ew e; bona bîhna wê pê derkeve ji we ra ji nefsa we hemser afirandin û evîn û dilbêşî xist navbera we da. Qewmên bifikirin ji wan ra di vê yekê da birrek nîşan hene.”[1] kana merhemetê û dilbêşiyê ye. Famîle; sazûmanek  bêhempa ye, tu tişt şûna wê tijî nake.

Gelî Musulmana!

Xweda yê Jorîn difermê:وَاللّٰهُ جَعَلَ لَكُمْ مِنْ بُيُوتِكُمْ سَكَنًا  “Xwedê, malê we ji we ra gerandin warê hedar û aramê…”[2] biweku famîle, kana hizûr û aramê ye. Bona hizûra nav malê jî him dê û him bav herdûk jî mûhîm in. Zarû çiqa hewcedarê şefqeta dê bin ew hinde hewcedarê zor û hukmê bavê ne jî. Loma jî pirsyariya perwerdekirina zarûyan bona bibin mirovên baş; nabe ku bawoka dadiyan û dibistanan û televîzyonan û tabletan û kompîtoran bê hiştin. Lewra ew zarûyên ku li cem dê û bavê xwe şefqet û dilbêşî û hezkirinê nebînin ewê li cem kesê din ji xwe ra li wan xesletan bigerin; ew jî dibe sedemê xirawbûna fitreta wan.   

Gelî Musulmana!

Parêztina fitret û afirînişa însan, bes bi xêra famîleyên zana pêktê. Nifşên pabendê nirxê xwe yên netewî û me’newî ne, di nav famîleyên bawermend da mezin dibin. Civakek xurt, bi destê famîleyên bi hizûr sazgar dibe. A loma kî dibe bera bibe tu kes nikare gotinên hedara malê difirînin, hurmeta dê û bavê dişkînin bêje û reftar û tevgerê wer bike. Ha jin ha mêr, ha piçûk ha mezin nabe tu kes tu celebê tundrewî ji hev û din ra rewa bidêrin. Gotî hay jê hebe biweku bi tu behaneyi va durist nine qesda canekî bike ku Xwedê Te’ala qetla wî heram dêraye. Him gotî vê yekê jî bizanibe biweku serî da ew destdirêjiya hana li zarûyan tê kirin û hey diçe li cîhanê rewacê dibîne digel hemû cur û celebê destdirêjiyê va le’netî ne û reftarên bêexlaqî ne û him bizanibe ku mehremiyeta zarukî nayê binpêkirinê.

Gelî Musulmana!

Cenabê Pêxember s.X.l difermê: “…Zewac, rêya tewrî bikêr e bona parêztina çavan ji heramiyê û mûhafezekirina ‘îffetê…”[3] Belê, zewac; xwesteka fitret û afirînişa însan e; destpêkek pîroz e bona gîhîştina hedar û bextyariya dunê û serfiraziya beheşt a ebedî ya axiretê. Zewac; lengergehek ewle ye rûmet û hurmeta meriv diparêze, ji xirawiyê û ji gunehan dûrdixe; rêkî bi ewle ye bona emnahiya nefs û neslê û bona sazkirina civakek pak û tendurist. A loma gava çaxê zewaca ciwanan hat, pirsyarîkî şer’î û exlaqî û civakî ye ku bibin alîkarê wan bera bê riyakarî û bê îsraf ji xwe ra bizewicin û bi miradê xwe şabin.  Agahdariya Cenabê Pêxember li ser vê mijarê xayet zelal e ku difermê: إِنَّ أَعْظَمَ النِّكَاحِ بَرَكَةً أَيْسَرُهُ مُؤْنَةً “Zewaca tewrî bi xêr û bereket ew e ya ku mesrefa xwe kêm be.”[4]

Gelî Musulmana!

Vê fermûdeya Cenabê Pêxember ku dibêje: “Çêtirê we ew kesa ye ji kos û kulfetê xwe ra baş be…”[5] ji xwe ra bixin şî’ar. Bera malê me da hezkirin û evîn, naziktî û kubarî serdestbin; li hemberî pêlê bîr û bawerî û îdeolojiyên li ser malbatê xeter in û paşeroja me  tarî dikin, haydar bin. Ew astengên li pêşiya hedara nav malê û yekrêzî û biratiya me hene; dest bi dest wan rakin. Ji bîr nekin ku pirsyariya parastina fitretê û xurtkirina malbatê bes di stûyê dê û bavan tenê da nine. Herçî kes û dam û dezgeh û sazûmanê ku di vê babetê da pirsyar in, gotî zêdetir tê bikoşin, wezîfa xwe bêhtir pêkbînin

Dawiya gotina min, bera ev agahdariya Cenabê Pêxember be: كَفَى بِالْمَرْءِ إِثْمًا أَنْ يُضَيِّعَ مَنْ يَقُوتُ “Ku yek, zar û zêçê xwe zayi bike, ew guneha jê ra bes e.”[6]

[1] Rûm, 30/21.

[2] Nehl, 16/80.

[3] Bûxarî, Nikâh, 3.

[4] İbnû Henbel, VI, 83.

[5] Tirmizî, Menaqib, 63.

[6] Ebû Dawûd, Zekat, 45.

Mela ‘Ebdûsselamê Şadî

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Xutbe | Înî û Bireweriya Ummetê

Dîrok:03.04.2026 Gelî Musulmana! İro roja İniyê ye…çawa ku Cenabê Pêxember difermê: “Roja tewrî bi xêr …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *