14 Rêbazên Ji Bo Hêsankirina Barên Hestî

1.Tiştekî Nû Fêr Bibin

Jiyana me diguhere û carinan ev guherîn me eciz dike. Hobiyeke nû an dersên nû dest pê bikin, mînak zimanekî nû fêr bibin an sporê biceribînin. Ev yek afirîneriya we zêde dike û zihna we ji fikrên nebaş paqij dike.

2. RojnivîsêHestî Binivîsin – Lê Zêde Lez Nekin
Ne hewceye her roj saetekê binivîsin. Rojê tenê 5 deqeyan binivîsin, heta ev yek dibe parçeyek ji jiyana we. Ev rê hestên we zelal dike.

3. Ji Bo Armanceke Baş Bi Dilxwazî Bikin
Di nav stresên rojane de xwe winda nekin. Ji bo xêrxwaziyekê an armanceke baş wextê xwe veqetînin. Rojnivîsê vê serpêhatiyê binivîsin û hestên xwe bi jiyana xwe ya asayî re xercbikin. Ev yek perspektîfa we fireh dike û deriyên nû vedike.

4.  Gotina “Na” yê Fêr Bibin

Gelek caran em dixwazin her kes ji me razî be. Lê “na” gotinê fêr bibin û sînorên tendurist dayînîn. Bînin bîra xwe ku hûn dikarin bi bêhêvîbûna kesên din re rû bi rû bimînin. Tenê karên ku hûn dikarin bi rehetî bikin qebûl bikin.

5. Paqijiya Dîjîtal Bikin
Hesabên medyaya civakî yên ku we rehetsiz dikin an nebaş dikin, neşopînin. Li şûna wan, hesabên ku hûn bi wan re têkildar in bişopînin.

6. Ji Xwe Hez Bikin û Dilovan Bin
Ji xwe re şefqet tê wateya qebûlkirina xwe bi kêmasiyên xwe re, ne ku her dem xwe di rêza yekem de hîştine. Ji xwe re şefqet baweriya we zêde dike, têkiliyên we baştir dike û we ji kesên din re vekirîtir dike.

7. Wextê Xwe Birêve Bibin
Karên biçûk zû biqedînin, tiştên ne lezgîn paşve bixin, karên ku hûn kanin bikin, û karên nehewce dev jê berdin.

8. Adetê “Paşvexistinê” Bişkînin
Paşvexistina xwe nas bikin û her roj li dijî wê tevbigerin. Mînak, ger hûn bibêjin, “Ez ê piştî vê yekê dest pê bikim,” zû xwe bigirin û bi hişmendî berdewam bikin. Bibêjin, “Ez vê yekê hildibijêrim,” da ku mêjiyê we ji paşvexistinê rizgar bibe.

9. Li Ser Tişta Hûn Dikarin Kontrol Bikin Rawestin
Ger hûn ji tiştekî bitirsin, zû zû dikarin di nav fikrên neyînî de bimînin. Kaxezekê bigirin û sê stûnan çêkin:

    • Stûna yekem: Tiştên ku hûn dikarin kontrol bikin.

    • Stûna duyem: Tiştên ku hûn dikarin bandorê li ser bikin.

    • Stûna sêyem: Tiştên ku ne di destê we de ne.
      Tenê li stûna yekem binêrin û ji bo guherandinê planekê çêkin.

10. Laşê Xwe Qebûl Bikin, Ne Cilên Xwe
Laşê me bi demê re diguhere. Li şûna ku hûn ê bibêjin ezê li gor cilên kevin ez ê kîloyan bidim, laşê xwe yê niha qebûl bikin û jê hez bikin.

11. Her Roj Şukir Bikin
Em bi gelemperî li ser neyîniyan difikirin. Ji bo yek fikreke neyînî, 5 fikrên erênî lazim in. Her sibeh û êvarê 5 tiştên ku hûn ji bo wan şukraniyê dikin bifikirin, mînak nivînek germ an peyameke xweş ji hevalekî.

12. Têgerên Xwe Bişopinîn
Ger tiştek we eciz kir, li wê yekê binêrin ka çi we êşand. Gava hûn têgerên xwe hîs dikin, baweriyên xwe, fikrên li ser wê rewşê û kesê din binivîsin. Çiqas hûn têgerên xwe nas bikin, ew qas kêm bandorê li we dikin.

13. Rojnameyeke Fikran Biparêzin
Carinan adet û baweriyên me êdî ji me re nebaş in. Ger hûn encamên xwestî nestînin an di heman şêwazan de bimînin, rojnameyeke fikran binivîsin. Ev yek alîkariyê dide ku hûn li ser rewşên ku we xemgîn dikin bifikirin û guherînan bibînin.

13. Stresa Xwe Bipîve
Gava hûn di nav kar de bê hiş dimînin, hêsan e ku hûn bitirsin. Her tiştê ku we aciz dike binivîsin û ji 1 heta 10 stresê wê binirxînin. Paşê ji tiştên kêm stres dest pê bikin û ji bo her yekê planekê çêkin. Karên biçûk hêsantir têne çareserkirin.


Çavkanî:
Lizzie Cernik. “Spring-clean your life! 20 ways to discard the emotional baggage that’s holding you back”. Ji vir hatiye wergirtin: https://www.theguardian.com/lifeandstyle/2023/apr/10/spring-clean-your-life-20-ways-to-discard-the-emotional-baggage-thats-holding-you-back (10.04.2023)

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

Ji bo Pantolonê Kot Kevin Nebin Divê Em Çawa Bişon?

Germahiya şuştinê: Herî baş ava sar an 30°C ye (20-30°C). 40°C car caran tê qebûlkirin …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *