Bîr, bi zanistîyê ronî ye
L’ba hişronî şev wek rojê ye
Heger hişê te ronî nebe
Roj jî, wê li ber te tarî be
Ku ji zanistê dûr bimînî
Tê bêpîşe û bêhuner bî
Hiştarî nizane, kî ye neyar
Dost dibine, dijminê har
Bostanê nezan, dibe beyar
Zana rez digre, li ser zinar
Bixwîne, bifikire, zanabe
Nezan wê timî stûxwar be
Nebiyê Şagulê
29.05.2013
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…