1. KURDIYA KURMANCÎ
Kurdiya Kurmancî jî di nav xwe de dibe du beş. Beşa yekem Kurmanciya Jorê û ya duyem jî Kurmanciya Jêrê ye. Kurmanciya Jorê devokên wekî Bayezîdî, Hekkarî, Botanî, Aştî û Badînanî di nav xwe de dihewîne. Kurmanciya Jêrê jî di nav xwe de devokên wekî Kurdiya Soranî, Mukriyanî, Erdelanî (sineyî), Silêmanî û Germiyanî (Kerkûkî) dihewîne.
2. KURDIYA GORANÎ-KURDIYA ZAZAKÎ
Çawa ku diyar e ev diyalekt di nav xwe de dibe du beş. Beşa yekem Kurdiya Goranî ye. Devokên Kurdiya Goranî Hewramî, Zengeneyî, Kakeyî (Maço) û Bacelanî ye.
Kurdiya Zazakî jî ji aliyê devokan ve dibe sê beş. Zazakiya Bakur/Kirmanckî (Dêrsim, Qoçgirî, Warto), Zazakiya Navîn (Bîngol, Elezîz) û Zazakiya Başûr/Kirdkî (Sêwreg).
3. KURDIYA LORÎ
Kurdiya lorî ji aliyê devokan ve dibe şeş beş: Feylî, Kirmaşanî, Bextiyarî, Lekî, Kelhûrî û Mamesanî.
Çavkanî: Abdurrahman Adak, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…