Pirtûka Serpêhatiya Tahiro û Zahiro

Ji wan 11 pirtûkên min ên ku roja Newrozê ji çapxaneyê hatin û gehane destên min, Serpêhatiya Tahiro û Zahirê ye. Sal 1984 -1996, di wan duwazdeh salên ku min lêkolîn li Folklora Kurdî dikir de, gelek berhemên hêja hatibûne bidestxistin. Lê piştî 1996an jî, gelek berhemên folklorî bi destên min ketine. Hinek ji wan nehatine weşandin. Ev pirtûka bi navê destana Tahiro û Zahirê jî yek ji wan e ku hêj nû wek pirtûk derket holê. Zahirê keça paşayê serokê dewleta Palê bûye û Tahiro jî kurê Serwezîrê Paşê bûye. Evîndariya herduyan bi mirineke wisa balkêş encam daye ku meriv lê şaş dimîne.

Ev serpêhatî ji ber ku dilêş e, cegera meriv disoje û rûdanên sosret tê de têne xuyakirin. Palê navê bajarê Paloya gorbihişt Şêx Seîd e. Ev peyvika PALÊ çewa bûye PALO, divê lêkolînerên me li serê rawestin. Di serpêhatiya Memozînê de navê Bekoyê Ewan bi xurtî derketiye pêş û Beko di Mêjûya Kurd de cihekî xwe yê rûreşî jî wergirtiye. Lê di vê serpêhatiyê de jî fesadî û gelaciyên ku Ereb Xoce kirine, ji yên Beko ne kêmtir in.

Serpêhatiya herdu evîndaran di navbera bajarê Palo û Mûsilê de çûye û hatiye. Tenê min vê berhemê ji mirinê rizgar kiriye û zêde destwerdan tê de nekiriye. Lê eger lêkolîneke berfireh li serê çêbibe, wê gelek naverokên derdemî derkevin holê. Bi umîda ku ev pirtûk sûd bigehîne Mîjûya Kurdî û li pirtûkxaneya Kurdistanê jî pîroz be. Pirtûk 56 rûpel, bi mezinatiya 12×19 cm ye. Ji aliyê Weşanxaneya Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî derketiye.

Zeynelabîdîn Zinar

Stockholm 22/ 03/ 2025

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Ey Hevalo De Were

Ey Hevalo De Were Îşev dilê min li ba işqê  mest û serxweş e Roj, …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *