Îhsan Nûrî Paşa (1893 Bidlîs m. 25ê adarê 1976 Tehran) General û rêberê leşkeriya serhildana Çiyayê Agirî bû û ji endamên damezrînerên Xoybûnê bû.
Di ordiya Osmanî de Tegmen bû. Li Arnawut, Yemen û li Gurcîstanê şer kiriye. Endamê Kurdistan Tealî Cemiyetî bûye. Di kovara Jînê de li ser çand û tarîxa Kurdan nivîs nivisîne û endamê Cemiyeta Azadiye bu.
Li paş têkçûyîna şoreşê, ew li Îranê bû penaber û heta dûmahiya jiyana xwe li Tehranê paytexta Îranê ma. Ew bi rûdaneka erebeyê (tirombêlê) çû ber dilovaniya Xwedê.
Çavkanî: Salnameya Nûbiharê
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…