Xelasîya me I Helbest

em ê li vir derkevin

em ê biçin cihekî dûr cihekî li her tiştî dûr her kesî dûrtir

bê mal û bê pere ji xwe re jiyaneke nû ava bikin

ma ne bes e li  van dera di nav xirecîreke bê wate de em xeniqîn

em bê nefes man em bê hiş man

her tişt êdî bê wateye her tişt êdî bê xwestine

kesên dora me wek xeyaletan digerin

her kes wek bûye robot

robotekî bê hest û bê xwestek

tenê ji bo emrê kesên din dixebite û dike

ji xeyalên xwe dûr, ji xwestinê xwe dûr e

 

rewşa me êdî di nav can dayînê de ye

em di nav sekeratekê de ne

mucîzeyekê digerin

bêçare, bê hêvî mane

em xwe jî nikanine tiştekî bikine

hertişt li ser me de tê

lê em cihê xwe nikanin bilivin

 

ciwanên me diçin ser hev de diçin

di nav çemekî de bê têkoşîn mane

xeyalên xwe, pêşerojên xwe winda kirine

lê êdî lê nagerine jî

xelasbûnekê digerin,

destekî mucîzewî digerin

xelasbûneke aramî digerin

 

yên ku rê nîşanî me dikin

xwe jî di rêya şaş da mane

her xelaskar xwe jî dixeniqe

xelaskarên derewîn yên nû her roj derdikevin

lê ew hêvîya mezin li ku ye em li bende wê ne

 

xelasîya ku em dixwazin

bila şewqa me zêde bike

xwestina me derxe li ser rêya rast

bila hem kurdbûna me bîne bîra me

hem jî dînê me ji destê me nestîne

bila wek kevokekê li ser du baskan be

bila baskekî de dîn

bila baskekî de jî kurdbûna me hebe

ku em karibin xelasbûna xwe dest xwe bixin.

 

Firat Bawerî

About Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Ne Hewla Mîr Meyla Mîr

Mîr, bi ehlê diwana xwe ve derketibî, li nava bajêr digeriya. Venêrîna sûk û bazar …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *