ez li Hewlêrê hatim dinyayê
li Bexdayê min Lenin nas kir
li Tehranê bi bêwelatiya xwe hesiyam
li Şamê bi Kurdbûna xwe
li Ostbahnhof min çavê xwe vekir
li Aalborg min pasaport wergirt
li Copenhagen fikira xwekuştinê ket serê min
li Stockholmê cara yekem bi jineke Ewropî re razam
li Parîsê min yekem dîplomaya biyanî wergirt
li Krakow guhê min bi mûzîka Şopan tijî bû
li Santiago bi evînê
li Düsseldorf bi hêrsê
niha jî dixwazim mîna bazirganên cihû yên Awistiryayên salên cenga cîhanî ya duyem
demekê biçim li Kanadayê bixebitim
piştre herim li Brazîlê bizewicim
îca vegerim Ewropayê û
li Londonê pirtûkekê belav bikim
di dawiyê de jî herim li Amsterdamê xwe bikujim
laşê min jî mîna torbê kartolan ê genî
biavêjin nava zibildankekê û
tu kes jî pê nezane.
Ferhad Pîrbal
Kurmancîkirin: Dilovan Ali