RÊBAZÊN NÛŞIYANIYA (BERXWEDANÎ) ROJANE

Destpêk

Di sedsala 21ê de, jiyan bi lezeke bêhempa vediguhere û ev veguherîn gelek caran dibe sedema stres û tengasiyên mezin. Di vê serdema dîjîtal û globalîzasyonê de, mirov her roj bi astengiyên nû re rû bi rû dimînin – ji pirsgirêkên tendirustiyê heta qrîzên aborî, ji veguherînên teknolojîk heta aloziyên civakî. Di vê çarçoveyê de, nûşiyanî (resilience) ne tenê weke taybetmendiyeke kesayetiyê, lê weke pêwîstiyeke jiyanî derketiye pêşberî me.

Di vê nivîsê de, em ê bi kurt û kurmancî li ser têgihiştina nûşiyaniyê û pênc stûnên bingehîn ên wê rawestin. Herwiha, em ê bibînin ka çawa ev hêz û şiyan dikare di jiyana rojane de were sepandin û çawa dikare bibe amrazeke watedar ji bo geşedana kesayetî û pisporiyê.

Têgihiştina Nûşiyaniyê

Nûşiyanî, hêz û şiyana vegera ji paş û başbûna ji ezmûn û serpêhatiyeke zor an astengiyekê ye. Di warê derûnnasiyê de, nûşiyanî weke “hêz û şiyana adaptebûn û vejînê ya piştî rewşên neyînî” tê pênasekirin. Ev têgih di salên dawî de bûye mijara gelek lêkolînên zanistî û derûnnasiyê.

Berfirehiya vê têgehê gelek aliyên jiyana mirov digire nava xwe. Di warê kar de, nûşiyanî tê wateya hêz û şiyana berdewamkirina xebatê li hember tengasiyan. Di jiyana takekesane de, ew hêz û şiyana berevanî û parastina tendirustiya derûnî di demên zor û zehmet de ye. Di warê perwerdehiyê de, nûşiyanî alîkariya xwendekaran dike ku ew ji têkçûnan hîn bibin û berdewam bikin.

Nûşiyanî ne taybetmendiyeke ku tenê hin kes pê re têne dinyayê ye. Ev yek ji şaşfêmkirinên herî mezin e derbarê vê mijarê de. Lêkolîn nîşan didin ku nûşiyanî dikare were fêrkirin û geşkirin, mîna masileyekê ku bi bikaranînê xurt dibe. Herkes dikare bi rêbazên rast û pratîkên berdewam hêz û şiyana xwe ya nûşiyaniyê xurt bike.

Bingehên Nûşiyana Rojane

Aîdbûn

Aîdbûn yek ji pêwîstiyên bingehîn ên mirov e. Lêkolînên antropolojîk nîşan didin ku mirovan her tim hewcedarî bi hestkirina beşekbûna komekê kiriye. Di çarçoveya nûşiyaniyê de, aîdbûn roleke taybet dilîze. Dema ku mirov xwe aîdî komekê hest dike, ew xwedî çavkaniyên civakî û hestî ye ku dikarin di demên zor û zehmetiyan de weke piştgiriyê alîkar û xizmet bikin.

Aîdbûn bi gelek awayan dikare were dîtin: Di nav malbatê de, di nav civaka kar de, di nav komên dostaniyê de an jî di nav civakên mezintir de. Her yek ji van têkiliyan toreke ewlehiyê pêk tîne ku mirov dikare di demên hewcedariyê de li ser bihesibe. Bi taybetî di serdema dîjîtal a îro de ku gelek takekes xwe tenê hest dikin, aîdbûn hîn watedartir bûye.

Perspektîf

Perspektîf yan jî nêrîn, awayê me yê dîdar û dîtina cîhanê û rûdanan e. Ev bingeha duyem a nûşiyaniyê bi taybetî girîng e ji ber ku bandoreke rasterast li ser tevger û biryarên me dike. Perspektîfa me ji ezmûn û serpêhatiyên me, çanda me, perwerdehiya me û baweriyên me pêk tê.

Di warê nûşiyaniyê de, perspektîfa rast dikare bibe mifte û kilîta serkeftinê. Bo nimûne, dîtina astengiyekê weke derfeteke hînbûnê, ne weke têkçûnekê, dikare bibe sedema geşedaneke mezin. Lêkolîn nîşanî me didin ku takekesên ku dikarin perspektîfa xwe vebiguherin û bi awayekî nû li rewşan binêrin, di warê nûşiyaniyê de serkeftîtir in.

Pejirandin

Pejirandin û qebûlkirin bingeheke sereke ya nûşiyaniyê ye ku pirî caran şaş tê fêmkirin. Pejirandin ne teslîmbûn e, lê fêmkirina rewşa heyî û bikaranîna enerjiyê li cihê rast e. Ev pêngava girîng du beş in: Nas kirina tiştên ku em dikarin biguherin û qebûl kirina tiştên ku em nikarin biguherin.

Di warê derûnasiyê de, pejirandin weke gaveke pêwîst a nûşiyaniyê tê dîtin. Dema ku mirov rewşekê qebûl dike, ew dikare dest bi çareserkirina pirsgirêkan bike û rêyên pêş de çûyînê bibîne. Berevajî wê, li dijî rastiyê şerkirin dikare bibe sedema westaneke derûnî û wendakirina enerjiyê.

Hêvî

Hêvî xaleke navendî ya nûşiyaniyê ye û ji geşbîniya (optimism) sade (reşûspî) cudatir e. Hêvî baweriyeke çalak e ku tişt dikarin baştir bibin û ku mirov dikare rolekê di vê pêvajoyê de bilîze. Lêkolînên zanistî nîşanî me didin ku hêvî bandoreke erênî li ser tendirustiya fizîkî û derûnî û giyanî dike.

Di rewşên zor û zehmet de, hêvî dibe hêza ku mirov li ser piyan dihêle. Lê divê were zanîn ku hêvîdarbûn ne tebatîbûn (pasif) e. Berevajî, ew reftar û tevgereke çalak e ku bi xwe re biryardayîn û çalakiyê tîne. Kesên bi hêvî ne tenê bawer dikin ku tişt dê baştir bibin, lê herwiha ji bo vê yekê jî çi deste wan tê dikin.

Kenîn

Kenîn û şahî, herçiqasî carinan weke bingeheke sivik were dîtin jî di warê nûşiyaniyê de roleke sereke dilîze. Ji aliyê zanistî ve hatiye îspatkirin ku kenîn bandoreke erênî li ser hormonên mirov, pergala berevaniyê (îmûnîte) û rewşa derûnî û giyanî dike.

Di rewşên zor û zehmet de, hêz û şiyana dîtina aliyê ken û kêfê yê jiyanê dikare bibe amrazeke watedar a serîderxistinê. Ken ne tenê bêhnvedaneke demkî ye, lê herwiha mekanîzmayeke berevanî û xwe-parastinê ye ku alîkariya mirov dike ku ew ji bin barê giran ê derûnî derkeve û perspektîfeke nû bi dest bixe.

Encam

Di encamê de, nûşiyanî ne tenê derbarê “xurt bûn” an “li ber xwe dan”ê ye. Ew hunera adaptebûn, vejîn û geşedanê ye di rewşên zor û zehmet de. Lêkolînên zanistî nîşanî me didin ku takekesên xwedî nûşiyaniyeke xurt ne tenê dikarin bi kêşe û pirsgirêkên xwe re baştir serî derxin, lê herwiha dikarin ji van ezmûn û serpêhatiyan hîn bibin û berevaniya xwe xurttir bikin.

Dema ku em li dîroka mirovahiyê dinêrin, em dibînin ku civakên herî serkeftî ew in ku karîne xwe li gorî rewşên nû adapte bikin û ji qrîzan bi awayekî erênî derkevin. Îro jî di serdema veguherînên bilez de, nûşiyanî dibe kilîta serkeftinê.

Pênc stûnên ku me li jor behsa wan kir – aîdbûn, perspektîf, pejirandin, hêvî û kenîn – ne tenê bîrdozî ne, lê rêbazên pratîk in ku herkes dikare di jiyana xwe de bicih bike. Her yek ji van stûnan bi serê xwe taybet e, lê dema ku bi hev re têne bikaranîn, ew hêzeke bêhempa didin takekesayetiya mirov.

Di dawiyê de, divê em bizanibin ku nûşiyanî rêwîtiyeke berdewam e, ne armanc û meqsedek e. Her roj, her astengî, her têkçûn û her serkeftin derfeteke nû ye ji bo geşkirina vê hêz û şiyanê. Ya herî girîng ew e ku mirov dev ji hewldanên xwe bernede û bawer bike ku di hundirê wî/wê de hemû hêz û şiyanên pêwîst hene.

Brehîm Alûcî-brahimaluci.blogspot.com

Çavkanî

Hanley-Dafoe, R. (2021). Calm within the storm: A pathway to everyday resiliency.

About ziman

Edîtorê malperê - 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Check Also

Macirê – Ji Deftera Kurmancî | 1

Macirê, destê wê li ser trabzanên şaneşînê ku berê wê li çiyê bû, bi porê …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Required fields are marked *